Ji Meclisa Jinan a PYD`ê banga birêxistinkirina jinan

Meclisa Jinan a PYD`ê bang li hemû jinan kir ku xwe bi rêxistin bikin û ev tişt got: "Em têkoşînê bilind bikin û ji bo avakirina Sûriyeyeke ku tê de mafên jinan werin parastin, bixebitin.”

Ji Meclisa Jinan a PYD`ê banga birêxistinkirina jinan
25 mijdar, 2018   10:03

NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li ser Jinan, Meclisa Jinan a PYD`ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û bang li hemû rêxistinên jinan ên cîhanê kir ku têkoşînê bikin û civaka exlaqî û polîtîk pêk bînin ku jin tê de roleke pêşeng dilîze.

Meclisê da zanîn ku dîrokeke jinan a dirêj ji têkoşîna li dijî zîhniyeta cinsiyetperest heye û wiha dewam kir: “Zîhniyeta cinsiyetperest rola jinan kêm kir û kir kole. Lê li hember vê yekê, jin ji gelek aliyên cîhanê li dijî van zîhniyetê serî hildan û ji bo azadî û diyarkirina çarenûsa gelên xwe, têkoşîn kirin. Di demeke ku jina Kurd wek civaka xwe ji bo diyarkirina çarenûsa xwe têkoşîn dikir, rejîma Baas şîdetek zor li dijî jinan da meşandin û mînaka wê jî heta niha hevrêya me Nazliye Keçel e ku heta niha çarenûsa wê ne diyar e.”

Meclisa Jinan a PYD`ê têkoşîna jinan li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di hemû aliyan de û taybet aliyê siyasî, leşkerî û rêveberî de silav kir.

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em li dijî hemû cureyên îşkenceyê yên li dijî jinan tê meşandin, disekinin. Em bang li jinan dikin ku xwe bi rêxstin bikin û civakeke azad bê şikandina îrdeyê û jin azad be, ava bikin. Her wiha em bang li hemû jinên Sûriyê dikin ku têkoşîna xwe bilind bikin û ji bo avakirina Sûriyeke ku tê de mafên jinan wekî hemû çînên din ên civakê, bixebitin.”

(kc)