Derar: Sûriyê di jiyana beşdarên kongeriyên derve de tune ye

Hevserokê MSD‘ê Riyad Derar di civînekê de ku îro li Tebqayê hatibû lidarxistin got, Sûriyê di jiyana beşdarên kongreyê derve yên bi mijara çareserkirina aloziyê de tune ye.

Derar: Sûriyê di jiyana beşdarên kongeriyên derve de tune ye
24 mijdar, 2018   18:37

TEBQA

Civîn bi armanca nirxandina rewşa siyasî li hola civanan a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê hat lidarxistin. Di civînê de Hevserokê MSD‘ê Riyad Derar û hejmarek endamên meclisên herêmî beşdar bibûn.

Di civînê de Riyad Derar nêrîna meclisê ya der barê rêbazên çareserkirina aloziya Sûriyê de şîrove kir.

Riyad Derar di destpêka axaftina xwe de bal kişand ku berbijêra leşkerî aloziya Sûriyê ku ketiya sala xwe ya 8‘emîn de çareser nake, pêwîste alozî bi rengekî siyasî û diyalogan were çareserkirin.

Derar destnîşan kir ku kesên navê opozisyonê li xwe dikirin armancên wan bi ser neketin û diyar kir ku ew kesên xwe wekî nûnerên opozisyonên bi nav dikin xema wan tenê berjewendiyên siyaseta dewletên ku destek didan wan  pêk bînin.

Riyad Derar her wiha got: "Heger em mafê hemû pêkhateyan mîsoger bikin em ê serkeftinên mezin bi dest bixin, lê pêwîste gelê Sûriyê bibîne ku Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe yek e."

Derar di nava axaftinên xwe de bal kişand ku dewletên Erebî dest ji doza Sûriyê berdan, ji ber ditirsin ku tecrûbeya demokrasî û azadiyê bighêje welatên wan, lew re desteka leşkerî dane opozisyonê ku şerekî navxweyê li herêmên pêk anîn.

Hevserokê MSD‘ê Riyad Derar di dawiya axaftina xwe de bal kişand ku Sûriyê ne mumkine were parçeke, Meclisa Sûriyeya Demokratîk bi rêjîma Sûriyê re li ser masyekê rûnişt û diyalog kirin, lê ji ber ku rêjîm di ferzkirina şertên xwe de bi îsrar e ti encam nehatin girtin.

Di dawiya civînê de Riyad Derar bersiva pirsên beşdaran da.

ANHA