Şêniyên taxa Şêxmeqsûd: Ji tundiya li dijî jinê re na

Bi dehan şêniyên taxa Şêxmesûd a Helebê tundiya li dijî jinan şermezar kirin û banga azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin.

Şêniyên taxa Şêxmeqsûd: Ji tundiya li dijî jinê re na
Şêniyên taxa Şêxmeqsûd: Ji tundiya li dijî jinê re na
Şêniyên taxa Şêxmeqsûd: Ji tundiya li dijî jinê re na
Şêniyên taxa Şêxmeqsûd: Ji tundiya li dijî jinê re na
Şêniyên taxa Şêxmeqsûd: Ji tundiya li dijî jinê re na
Şêniyên taxa Şêxmeqsûd: Ji tundiya li dijî jinê re na
Şêniyên taxa Şêxmeqsûd: Ji tundiya li dijî jinê re na
Şêniyên taxa Şêxmeqsûd: Ji tundiya li dijî jinê re na
Şêniyên taxa Şêxmeqsûd: Ji tundiya li dijî jinê re na
24 mijdar, 2018   17:59

HELEB

Kongreya Star a bajarê Helebê bi dirûşmeya 'Jin ji bo Efrînê serî hildin' û 'Sonda me em  ê pergala Îmralî hileweşînin û bi rêber Apo re azad bijîn‘meşek li taxa Şêxmeqsûd orgenîze kir.

Bi dehan şêniyên taxê û endamên partiyên siyasî û Meclisa Sûriya Demokratîk tev li meşê bûn.

Meşê ji kolana 8'ê Adarê dest pê kir. Di meşê de pankartên bi nivîsên 'Hêrsa jinê wê faşzîmê têk bibe', ' Pergala faşîst a Tirk û Erdoganê kûjerê mirovahiyê hilweşin', 'Ji tundiya li dijî jinê re', û, 'Tundiya li dijî jinê rawestînin'  wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, têkoşerên jin ên Şoreşa Rojava û her sê xwişkên Mîrebal hatibûn hildan.

Meşvanan di nav kolanên sereke ya taxa Şêxmeqûs de geriyan û dirûşmeyên 'Jin jiyan e jiyanê nekojin', 'Bê jin jiyan nabe', 'Azadî ji Ocalan re', 'Bijî jiyana hevbeş' bi her du zimanên Erebî û Kurdî berz kirin.

Meş li çarxeriya Têkoşer Destîna rawestiya û veguherî mitîngê. Piştî deqeya rêzgirtin, endama rêveber a Kongreya Star a Helebê Nehla Mistefa axivî û destnîşna kir ku di dîroka de rola jinê ya pêşeng di pêşketina civakan de xuya bû. Ji ber wê bi hedefgirtina jinê xwestin vîna civakê têk bibin.

Nehla wiha domand: "Dijminên gelê Kurd bi hedefgirtina têkoşerên kurd mîna Sakîna Cansiz û hevalên wê xwestin vîna gelê Kurd bişkînin. Lê jin bi têkoşîn û berxwedana têkoşerên mîna Avesta Xabûr, Barîn Kobanê û Arîn Mîrkan bersiva wan komployan dan."

Her wiha Nehla teqezî li ser berdewamkirina têkoşînê kir û bang azadiya Ocalan kir û wiha domand: "Felsefeya Ocalan rêya jina Bakurê Sûriyê ronî kir û ji tevahiya cîhanê re bû mînak."

Bi navê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê cîgira seroka Buroya Birêxistinkirina Jinan Sebîha Efaşê axivî û girîngiya rola jinan di hemû warên civakê de diyar kir.

Sebîha her wiha detnîşan kir ku jinên hemû pêkhateyên taxê ji Kurd, Ereb û Turkman li dijî êrîşan li rex hev du sekinîn û hemû pilanan têk birin.

Mitînng bi berzkirina dirşûmeyên banga azadiya jinê û rawestandina tundiyê li dijî wan bi dawî bû.

(şx)

ANHA