Komeke bazirganên madeyên hişbirê hate girtin

Buroya Têkoşîna li dijî Sûcên Birêxistinkirî ya girêdayî Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Dêrazorê komeke ku bazirganiya madeyên hişbirê dikir, girt.

Komeke bazirganên madeyên hişbirê hate girtin
24 mijdar, 2018   12:35

DÊRAZOR

Buroya Têkoşîna li dijî Sûcên Birêxistinkirî li Dêrazorê çend rojan tevgera komeke ku bazirganiya madeyên hişbirê dikir, şopand. Buroyê koma ku ji 8 kesan pêk tê û bazirganiya hişbirê dikir, girt.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn duh kemînek li dijî komê danî û di malekê de kom tevî madeyên hişbirê hate girtin.

Li gorî agahiyên ku Buroya Têkoşîna li dijî Sûcên Birêxistinkirî dane, heşîş ji cureya Mecumkef, 340 gr ji heşîşa jihevketî, hezar û 510 heb ji cureya Kabtîkol ji hemû cureyên wê û 2 mêzînin elektronîk hatin desteserkirin.

Kom radestî Komîteya dozgerî û Lêpirsînê hate kirin da ku werin dadgehkirin.

(jo)

ANHA