‘Ji bo azadiya jinan em ê heta dawiyê tê bikoşin’

Hiqûqnasên Efrînê bi daxuyaniyekê destnîşan kir ku tevî ku civak îdiaya azadiya jinan û pêşxistina wan dike jî, lê zilm, zor û tundiya li ser wan zêde dibe, siyasetmedarên jin li bakurê Kurdistanê têne binçavkirin û kiryarên derexlaqî li ser jinên Efrînê têne kirin.

‘Ji bo azadiya jinan em ê heta dawiyê tê bikoşin’
24 mijdar, 2018   13:53

ŞEHBA

Hiqûqnasên Efrînê yên li Şehbayê bi wesîleya Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li ser Jinan a Navneteweyî daxuyaniyek da.

Daxuyanî ji aliyê endama Meclisa Edaleta Civakî Rojîn Şêxo ve li Kampa Berxwedan hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku 25`ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li ser Jinan e, Neteweyên Yekbûyî wek rojekê ku komeleyên navdewletî û hêrêmî tundiya li hemû cîhanê li ser jinan pêk tê, bi bîr tînin bêyî ku hesab ji sûcên li ser jinan pêk tê were xwestin. Roj bi roj hejmara jinên rastî şîdetê tên zêde dibe, tevî ku civak îdiaya azadiya jinan û pêşxistina wan dike, tevî ku jinan di hemû aliyên jiyanê de rola xwe ya sereke lîst û armancên xwe li qadên navdewletî û herêmî pêk anîn lê heta niha jin bi qasî hezar caran rastî zilm û şîdetê tên. Armancên jinan ku xizmeta mirovahiyê bikin, ev yek li beramberî dîlgirtin, qetilkirina wan ne tu tişt e, bêyî tu hesabên qanûnî û siyasî wekî ku di serdemên berê de pêk dihat.

Her wiha hate destnîşankirin ku çarenûsa bi hezaran jinên Êzidî heta niha ne diyar e, ma gelo ev yek ji bo cîhanê ne şerm e, heta kengî dê hesab ji wan kesan li beramberî qetilkirina jinan neyê xwestin, heta kengî dê jin di sûkan de werin firotin, û hevşaredarên jin ên bakurê Kurdistanê bêyî tu zagon û mafên rêxistin û komeleyên navdewletî yên ku banga azadiya jinan dikin û çavên xwe li ser kiryarên ku rastî jinan tên, digirin.  

Hiqûqnasan di daxuyaniyê xwe diyar kir ku bi sedan jinên Efrînê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve rastî hemû cureyên şîdet, qetilkirin û revandinê tên, civaka navdewletî, herêmî û komeleyên ku bi navê mafên jinan tev digerin, li beramberî kiryar û hovîtiya li ser jinan bê deng in, tevî ku hiqûqnas, sivîl û siyasetmedar banga rizgarkirina wan dikin.

Hiqûqnasên Efrînê di dawiya daxuyaniya xwe de tekez kir ku ew di Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li ser Jinan a Navneteweyî de kiryarên ku li ser jinên Êzidî, siyasetmedar, bidarvekirina wan li Îranê, hovîtiya dewleta Tirk a dagirker û kiryarên ku li ser jinên Efrînê pêk tên, şermezar dikin û got dê heta dawiyê ji bo azadiya jinan tê bikoşin da ku azadî û mafên jinan bi dest bixin û bi tevgera rizgariya jinan dê hemû jinên cîhanê ji şîdetê rizgar bike.

(bx)

ANHA