‘Li Şemzînanê  2 kontra hatin kuştin’

Gerîlayên HPG/YJA-STAR li dijî leşkerên artêşa Tirk a dagirker ên ku li Şemnîznanê derketibûn operasyonê çalakî pêk anîn. Di çalakiyê de 2 kontra hatin kuştin.

‘Li Şemzînanê  2 kontra hatin kuştin’
24 mijdar, 2018   12:20

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku 23’ê Mijdarê li derdora gundê Herkî yê Şemzînanê 2 kontrayên dewleta Tirk hatine kuştin.

HPG’ê di daxuyaniyê de ev agahî weşand;

 “Roja 23’ê Mijdarê artêşa TC’ê ya dagirker li derdora gundê Herkî yê navçeya Şemzînan a Colemêrgê operasyon da destpêkirin. Heman rojê derdora saet 09:30’an de hêzên me rastî yekîneyeke veşartî ya dijmin hat û şer derket. Di şer de hêzên me derbeke serkeftî li yekîneya kontra xist. Di şer de 2 kontra hatin kuştin û yekîneya gerîla bi selametî gihiştin baregehên xwe.”