Heyet Tehrîr El-Şam dixwazin li Idlibê mal û milkên Xiristiyanan desteser bikin

Çalakvanan li ser toreyên tevna civakî diyar kirin ku çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra ya berê) hişyarî ji kesên Xiristiyan li Idlibê yên xwedî milk re şand da ku heta dawiya meha Mijdarê mal û milkên xwe radestî wan bikin.

Heyet Tehrîr El-Şam dixwazin li Idlibê mal û milkên Xiristiyanan desteser bikin
24 mijdar, 2018   11:30

NAVENDA NÛÇEYAN

Biryarnameya der barê mijarê de li ser toreyên tevna civakî hate belavkirin. Çavkaniyên ji bajêr ji Sky Newsê re diyar kirin ku di biryarnameyê de bang li kesên xwedî milk hate kirin ku serdana "Buroya Kirîn, Firotin û Xenîmetan" bikin.

Çalakvanên ji Sûriyê diyar kirin ku çete xwe heq dibînin ku mal û milkên Xiristiyanan bi dest bixin. Çavkaniyan teqez kirin ku armanca çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam ew e ku serçete, endamên xwe û bi taybet çeteyên biyanî di malên Xiristiyanan de bi cih bikin.

Çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam ku Tirkiyeyê navê wê guherand, bi hezaran Xiristiyan koçber kirin û gelek kes ji wan kuştin û girtin.

(bx)