Kombûna Oldaran û Baweriyan li herêma Cizîrê dest pê kir

Li mizgefta El-Tikiyê El-Qadiriyê ya navçeya Amûdê a kantona Qamişlo Kombûna Oldaran û Baweriyan destpê kir.

Kombûna Oldaran û Baweriyan li herêma Cizîrê dest pê kir
Kombûna Oldaran û Baweriyan li herêma Cizîrê dest pê kir
Kombûna Oldaran û Baweriyan li herêma Cizîrê dest pê kir
24 mijdar, 2018   11:07

QAMIŞLO

Di kombûnê de gelek oldar, pêkhate û baweriyên ji ola Islamê, Xirstiyan û Êzîdî ji herêmên Bakûr û Rojhilatê amade bûn. Her wiha di kombûnê de rûspiyên êlên Ereban, nûnerên buroya têkiliyên QSD`ê û şêwermendê fermandariya giştî yê kar û bare sivîl ê QSD`ê Rêzan Gulo amade bûn.

Kombûn bi deqeyeke rêzgirtinê û xwendina El-Fatiha li ser rihê şehîdan destpê kir.

Kongre bi axaftinaê Rêzan Gulo dewam dike.

Kombûn li ser banga oldaran pêk hat, armanca wê nêzikbûna pêkhateyên li herêmê ji hev re ku li pêşiya artêşa Tirk a dagirker bisekinin û banga diyaloga Sûrî – Sûrî, her wiha nerazîbûna destwerdanên Tirkiyê li Sûriyê.

(jo)

ANHA