Şervanên Helebê: YPG‘ê rêgeza biratiya gelan pêk anî

Şervanên YPG‘ê diyar kir ku ew beşdarî YPG‘ê bûne da ku rêgezên biratiya gelan û jiyana hevbeş bi pêş bixin û destnîşan kir ku dê têkoşîna xwe berdewam bikin heta hemû pêkhateyan ji çeteyan rizgar bikin.

Şervanên Helebê: YPG‘ê rêgeza biratiya gelan pêk anî
24 mijdar, 2018   08:32

MIHEMED EBDO – EHMED REŞÎD / HELEB

Berxwedana taxa Şêxmeqsûd a Helebê ya li dijî komên çete rêgezên jiyana hevbeş û biratiya gelan di navbera hemû pêkhateyên taxê de bi pêş xistin.

Wek Ajansa Nûçeyan a Hawar, me hevpeyvîn bi şervanên YPG‘ê re kirin û sedema tevlêbûna wan a nava hêzên parastinê ji wan guhdar kir.

Ezîz Sîpan yek ji pêkhateya Ereb e. Ezîz ji destpêka avabûnê de cihê xwe di nava YPG‘ê de girtiye. Ezîz bi bîr xist ku di destpêka aloziya li Sûriyeyê de gelek komên çekdar hatin avakirin û hemû jî li pey berjewendiyên xwe ketin û tu komek jî rewşa gel ne difikirî û wiha axivî: “Wek ciwanên taxê me biryara parastina herêmê da. Lewre me cihê xwe di nava YPG‘ê de girt. Ji ber ku me di vê hêzê de hêviya azadiyê dît."

Ezîz Sîpan di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser hevgirtina pêkhateyên taxê li dijî êrîşan û wiha dewam kir: "Hemû pêkhateyên taxa Şêxmeqsûd bi hev re li dijî çeteyan şer kir. Me îdoelojiya Rêber Ocalan a jiyana hevbeş û biratiya gelan li ser erdê îsbat kir. Em dikarin bibêjin ku YPG‘ê hemû pêkhateyên taxê bêyî cudakarî parastin û niha jî diparêze."

YPG hemû pêkhateyan dihewîne

Xemgîn Heleb jî ji pêkhateya Suryan e. Di sala 2014‘an tev li nava rafê YPG‘ê bûye. Xemgîn dibêje YPG‘ê hemû pêkhate di bin navekî de kom kirin û sedema tevlêbûna xwe ya di nav refên YPG’ê de wiha anî ziman: “Sedema tevlêbûna min jî ev bû. Min dît ku YPG hemû pêkhateyan di nav xwe de dihewîne. Min jî çeka xwe girt û me bi yekrêzî li hember çeteyan şer kir û me welatê xwe parast.”

Xemgîn diyar kir ku ji ber ku xiristiyan  in, dema komên çete derbasî taxê bûne, gef li wan xwarine û xwestine di navbera wan û pêkhateyên din de fitneyan derxin, lê li hemberî vê jî hemû pêkhateyan bi hev re li ber xwe daye.

‘Bi hevgirtinê em bi ser ketin‘

Şervanê YPG‘ê Kanîwar Heleb ku bi eslê xwe Tirkmen e, ji destpêka damezirandinê ve tev li YPG‘ê bûye. Kanîwar armanca tevlêbûna xwe ya nava YPG‘ê wiha diyar dike: "YPG‘ê rêya xilaskirina Sûriyeyê ji aloziyê ye. Bi hevgirtina xwe em bi ser ketin û berxwedana taxa Şêxmeqsûd nimûneya biratiya gelan û jiyana hevbeş e.”

 Kanîwar di dawiya axaftina xwe de tekez kir ku ew ê têkoşîna xwe bidomînin ta hemû pêkhateyan ji çeteyan rizgar bikin û planên hêzên komploger têk bibin."

ANHA