‘Me bi berxwedanê şîdeta li ser jinan şikand’

Jinên taxa Şêxmeqsûd a Helebê destnîşan kir ku berxwedana jinan a li hemberî êrîşên çeteyan, rêgeza şîdeta li ser jinan şikand û tekez kir ku bi azadiya jinan, civak azad dibe.

‘Me bi berxwedanê şîdeta li ser jinan şikand’
24 mijdar, 2018   07:50

ARŞÎN NECAR – HENAN MIHEMED / HELEB

Taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi taxa Şehîd Gulê Selmo tê naskirin. Endama Kongreya Star Gulê Selmo ya 50 salî Gulê Semlo ji bo hêzên rejîma Sûriyeyê ciwanên Kurd binçav nekin, berxwedaneke bêhempa nîşan da û di sala 2012‘an de şehîd bû. Gulê Selmo bi berxwedana xwe bû sembola berxwedana jinên Kurd li Helebê.

Bi rasthatina 25‘ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li ser Jinan, wek Ajansa Nûçeyan a Hawarê me hevpeyvîn bi hin jinan re çêkirin ku li hemberî êrîşan serî hildabû.

Rengîn Şero, yek ji dehan jinên taxa Şêxmeqsûd e ku li hember êrîşên faşîzma çeteyên berxwedan kir  û wiha dibêje: "Tax gelek caran rastî êrîşan hat, wekî jinên taxê me li hemberî çeteyan li ber xwe da. Destpêkê me xwe bi rêxistin kirî paşê me çek hilgirt da ku li kêleka şervanên YPJ‘ê bisekinin û bi îradeya jinên azad me êrîşên dijmin şikandin."

Rêvebera Komîna Şehîd Gelhat Xada Ednan bal kişand ser berxwedana jinan a li hemberî zîhniyeta desthilatdar a baviksalar û wiha domand: "Di civakê de jin rastî gelek astengiyan hatin, rexmî hemû astengiyan jî jinan bendên ku li ser wan hatibûn ferzkirin, şikandin."

Xada destnîşan kir ku jinên taxê ji bo karibin tax û malbata xwe biparêzin, xwe bi rêxistin kir û li hemberî hewldanên têkbirina îradeya jinan sekinîn û berxwedana jinan şîdet şikand.

Xada Ednan di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku jin li hemberî hemberî hemû komployan sekinîn û got felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kanî û lêvegera hemû jinan e ku rastî tundiyê tên.

Birêxistinkirin destpêka şikandina şîdetê ye

Ji aliya xwe ve jina bi navê Fatime Wehîd şîdeta li dijî jinan şermezar kir û ev tişt anî ziman: "Bi pêvajoya şoreşa Rojava re jinan di hemû qadan de roleke sereke lîst. Li taxa Şêxmeqûsd jî di dema êrîşan de wekî jin me xwe bi rêxisitin kirin da ku karibin ji êrîşan re bibin bersiv. Heya niha ji bo pêkanîna wekheviya di navbera her du zayendan de em dixebitin."

Fatima Wehîd her wiha got yê ku dîroka jinan nas neke, nikare mafê jinan bide û ev tişt anî ziman: "Ji beriya 5 hezaran salan ve jin têkoşîna azadiya xwe dike, lê heya niha di civaka mêrserdest de rastî şîdetê tê. Em dikarin bibêjin ku bi azadiya jin civak azad dibe û rizgarkirina civakê bi şikandina desthilatê pêkan e."

ANHA