Li dijî artêşa Afganistanê êrîş: 9 mirî, 22 birîndar bûn

Di teqîneke li mizgefteke ya artêşa Afganistanê de 9 kes mirin, 22 kes jî birîndar bûn.

Li dijî artêşa Afganistanê êrîş: 9 mirî, 22 birîndar bûn
23 mijdar, 2018   19:59

NAVENDA NÛÇEYAN

Li mizgefteke ya baregeha artêşa Afganistan a li bajarê Khost a Afganistanê teqînek pêk hatiye. Di teqînê de 9 kes mirin, 22 kes birîndar bûn.

Çavkaniyên leşkerî ragihandin ku teqîn di encama êrîşekê de pêk hatiye, bi awayekî zanabûn nimêja Înê hatiye hedefkirin.

Kesê êrîş li xwe negirtiye, beşek birîndaran rakirine nexweşxaneya li bajarê Khostyê, beşek jî rakirine Kabulê.