4. Kongreya Mala Êzidiyan bi dawî bû

Kongreya Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê ya çaremîn bi girtina biryaran bi dawî bû. Ji wan Mala Êzidiyan wekî sîwana hemû saziyên Êzidî hate ragihandin.

4. Kongreya Mala Êzidiyan bi dawî bû
23 mijdar, 2018   17:44

QAMIŞLO

Bi dirûşma “Ji Şengala birîndar ber bi Efrîna berxwedêr ve” kongreya çaremîn a Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê li navçeya Amûdê li dar ket.

Piştî nêrîn û pêşniyarên pêşxistina xebatên Mala Êzidî, 35 kes wekî rêveberên malên Êzidî yên hemû herêmên Cizîrê hatin hilbijartin di nav de 15 jin in.

Rêveberên nû li pêşiya beşdaran sûnd xwarin.

Kongre bi girtina biryaran bi dawî bû. Encamname ji aliyê endamê Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê Seydo Îlyas ve hate xwendin. Ji biryarên ku di kongrê de hatin girtin:

Belgekirina kevneşopiyên Êzidiyan, misogeriya mafê jin û qedexekirina qelen, perwerdekirina zarokan li ser baweriya Êzidiyatî, derxistina kovareke mehane taybet ji bo Êzidiyan li ser sata Bakur û Rojhilatê Sûriyê, têkikilî bi aziyên Êzidî yên hundir û derve bêne xurtkirin. Her wiha Mala Êzidiyan wekî sîwana hemû saziyên Êzidî ku navenda wê li Rojava hate ragihandin.

ANHA