‘Em berxwedana Leyla Guven li her deverê jiyan bikin‘

Rêveberên Buroya Jin a MSD‘ê destnîşan kirin ku Leyla Guven rexmî hemû zextan serî ji dagirkeran re danexist û bang li hemû jinên cîhanê kir ku li hemberî binpêkirinên dagirkeriya Tirkiyê yên li dijî jinan yekitiya xwe ava bikin.

‘Em berxwedana Leyla Guven li her deverê jiyan bikin‘
23 mijdar, 2018   16:01

SILAVA EBDULREHMAN / QAMIŞLO

Hevseroka KCD’ê û parlementera HDP’ê Leyla Guven a ku dîl hatiye girtin li hemberî tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger de ye.

Rêveberên Buroya Jin a Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) piştgirî dane girava Leyla Guven û got: "Em li her deverê berxwedana Leyla Guven jiyan bikin."

Canda Mihemed anî ziman ku têkoşîna Leyla Guven a girava berçîbûnê têkoşîneke pîroz e û ev tişt anî ziman: "Li Rojhilata Navîn şerê cîhanê yê seymîn rû dide, ne şerê siyasî û ne jî bazirganî an jî doplomasî ye, lê belê şer li hemberî hebûn û îradeya jin e. Leyla Guven jî li hemberî vê yek têkoşînê dike."

Canda bang li hemû jinan kir ku li hember zulma li ser jinan bi taybet Bakurê Kurdistanê û herêmên ji aliyê Tirkiyê ve hatine dagirke bisekinin û yekitiya xwe ava bikin.

Emel Şemdîn ji aliyê xwe de got: "Çalakiya Leyla Guven hêz û îradeya jin îsbat kir, ku jin xwedî îrade û hêzeke tu kes nikare li hemberî wê bisekine. Leyla zulm û koletiya li ser jinan hatiye ferz kirin her wiha tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan red dike."

Emel anî ziman ku Leyla Guven mînaka jina azad e ya ku teslîmkarî qebûl nake û got: "Tevî hemû zextan û cezayên girankirî Leyla serî netewand qebûl nekir."

Emel Şemdîn bang li hemberî binpêkirinên li dijî jinan banga hevgirtinê li hemû jinan kirin.

ANHA