Xerîb Hiso: Şagirtên Ocalan li rex civaka Êzidî sekînin

Xerîb Hiso da zanîn ku di demekê de ku cîhanê ew paşguh kirin, şagirtên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li rex civaka Êzidî sekînin.

Xerîb Hiso: Şagirtên Ocalan li rex civaka Êzidî sekînin
23 mijdar, 2018   11:21

QAMIŞLO

Hevserokê Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk Xerîb Hiso di kongreya çaremîn a  Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê de ku li navçeya Amûdê tê lidarxistin, axivî.

Hiso diyar kir ku komkujî û fermanên ku bi ser gelê Êzîdî de hatine, ne tenê civaka Êzidî hedef girtiye, wan fermanan gelê Kurd jî kir hedefa xwe. Hiso destnîşan kir ku pirsgirêk ne komkujî û ferman in û wiha got: "Pisgirêk ew e ka em ê çawa rê li pêşiya wê bigirin. Piştî parçekirina Kurdistanê ev komkujî  zêde bûn. Bersiva herî xurt ji bo wê ku em xwe bi rêxistin bikin, saziyan û rêveberiyan ava bikin û hêzeke mezin ava bikin da ku em bikarin xwe ji hemû êrîşan biparêzin."

Hiso da xuyakirin ku gel xwe bi rêxistin nekiriye û wiha dewam kir: "Gel nikare xwe ji komkujiyan biparêze, ji bo wê divê her kes xwe bi rêxistin bike. Di serî de civaka Êzidî, ji ber ku cihê ku lê dimînin, her tim rastî êrîşan tên. Her wiha deverên ku wan li hev kom dikin, hatin rûxandin. Divê em xwe bi rêxistin bikin."

Li ser êrîşên DAIŞ`ê yên li ser Şengalê Hiso destnîşan kir ku dema civaka navdewletî çavên xwe ji komkujiyên li ser gelê Şengalê re girt, şagirtên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li kêleka wan sekînin lê belê cîhan bi hawara wan de nehat û wiha got: “Şagirtên Ocalan bi hezaran Êzidî ji komkujiyan xelas kirin, ji bo wê em bi wan û bi felsefeya rêber Ocalan serbilind in."

Hiso di dawiya axaftina xwe de hêvî kir ku Mala Êzidiyan, civaka Êzidî ji hundir û derve baş bi rêxistin bike û li gorî dema niha û pêşerojê xwe amade bike û wiha bi dawî kir: "Li ber xwe bidin û tê bikoşin, hîna rêya me dirêj e."  

(jo)

ANHA