Gerîlayên azadiya Kurdistanê li dijî dagirkeriya Tirk li Başûr çalakî lidar xist

HPG'ê diyar kir, li herêma Sîdekanê ya Başûrê Kurdistanê di çalakiyeke gerîla de leşkerekî Tirk hatiye kuştin.

Gerîlayên azadiya Kurdistanê li dijî dagirkeriya Tirk li Başûr çalakî lidar xist
23 mijdar, 2018   11:35

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin:"22'ê Mijdarê saet 14:40'î hêzên me li herêma Evdilkofî ya Sîdekanê ya Başûrê Kurdistanê li dijî artêşa TC a dagirker a li ser girê Elî Dirêj çalakiya sekvaniyê pêk anîn. Di encamê de leşkerekî dijmin hate kuştin. Hêzên dagirker piştî çalakiyê bi çekên giran li derdorê reşandin."