Cotkarên Şehbayê rastî astengiyan tên

Bi destpêkirina mewsima çandiniyê re li kantona Şehbayê cotkar ji ber pirsgirêka buhabûna madeyên çandiniyê zehmetiyan dikişînin.

Cotkarên Şehbayê rastî astengiyan tên
Cotkarên Şehbayê rastî astengiyan tên
Cotkarên Şehbayê rastî astengiyan tên
Cotkarên Şehbayê rastî astengiyan tên
Cotkarên Şehbayê rastî astengiyan tên
Cotkarên Şehbayê rastî astengiyan tên
Cotkarên Şehbayê rastî astengiyan tên
23 mijdar, 2018   09:49

CAFER CAFO-XANDÎ ELO / ŞEHBA

Rûbera zeviyên çandiniyê li kantona Şehbayê zêdetirî 500 hektar zeviyên avî û zêdetirî 350 hektar zeviyên bejî ye. Kanton bi çandina petat, genim, ceh û baqulî di radeya yekemîn de û bi çandina fistiqên helebî û zeytûnan di radeya duyemîn de navdar e. Her sal mewsima çandiniya genim, ceh û dexl di 15'ê Mijdarê de dest pê dike û heta navîna meha Hezîranê didome.

Ji ber dorpêçê cotkarên kantona Şehbayê rastî gelek pirsgirêkan tên. Ji ber wê hindek cotkar dest ji karê xwe berdidin.

Ji wan pirsgirêkan a yekemîn, buhabûna mazotê ye. Nirxê her bermîlekî mazotê di navbera 55 hezar heta 57 hezar lîreyên Sûriyeyê de ye. Ev nirx li gorî cotkaran buha ye. Pirsgirêka duyemîn ku rastî cotkaran tê, buhabûna semadê ye. Çandina her hektarek zevî ji genim an jî ceh, bi hewcedariya 100 kg semad e.

Li gel wan astengiyan buhayê kîloya tovê ceh 145 lîreyên Sûriyeyê û ya genim 195 lîreyên Sûriyeyê ye û pirsgirêkên cotkaran zêde dibin. Ev hemû pirsgirêk di encama dorpêça çeteyên artêşa Tirk a dagirker li ser kantona Şehbayê de û nepeydabûna derfetên çandiniyê bê çareserî dimînin.

Têkildarî mijarê cotkarê bi navê Ebdo Mihemed Hecî wiha got: “Bi destpêka mewsima çandina genim û ceh re em rastî gelek astengiyan ji buhabûna semad, mazot û tovan hatin. Ji ber wê jî gelek cotkar dest ji karê xwe berdidin.”

Di dawiyê de Ebdo bang li aliyên têkildar kir ku van pirsgirêkan çareser bikin.

(şx)

ANHA