Kongreya Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê ya çaremîn dest pê kir

Bi dirûşma “Ji Şengala birîndar ber bi Efrîna berxwedêr ve” kongreya çaremîn a Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê li navçeya Amûdê dest pê kir.

Kongreya Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê ya çaremîn dest pê kir
Kongreya Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê ya çaremîn dest pê kir
Kongreya Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê ya çaremîn dest pê kir
Kongreya Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê ya çaremîn dest pê kir
Kongreya Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê ya çaremîn dest pê kir
23 mijdar, 2018   09:27

QAMIŞLO

Kongre li Hola Beylesan a başûrê navçeya Amûdê tê lidarxistin. Endamên Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê, şandeyên ji partiyên siyasî yên kurdî, erebî û suryan, oldarên ji hemû olan, şandeyên ji malên Êzidiyan ên Efrîn û Şengalê, rûspî û êlên Ereb ên li herêmê, şandeyeke ji Rêveberiya Xweser, hevserokê Desteya Rêveber a TEV-DEM`ê Xerîb Hiso û fermandarên YPG`ê, beşdarî kongreyê bûn.

Di holê de, wêneyên şehîdê endamê Koordînasyona Civaka Êzidî Zekî Şengalî, şehîdên Rojava û pankartên “Şengal sembola berxwedanê ye, dê di çavên dijminan de wek strî bimîne” hatin daliqandin.

Gelê Êzidî bi cil û bergên xwe yên gelêrî tev li kongreyê bûne. Her wiha bi beşdarbûna hemû pêkhateyên herêmê di kongreye de, pirrengiya herêmê û jiyana hevbeş diyar dike.

Kongre bi bîranîna cangoriyên azadiyê dest pê kir. Piştre Koma Mala Êzidiyan a Zarokan sirûdên Êzidiyan gotin. Dûre hevserokê Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê Ilyas Seydo axivî û bixêrhatina beşdaran kir.

Kongre didome.

(kc)

ANHA