Şêniyên Girkê Legê: Tirkiye hewl dide fikrên Ocalan bi tecrîdê binixumîne

Şêniyên Girkê Legê destnîşan kir ku dewleta Tirk bi ferzkirina tecrîdê li ser Ocalan, armanc dike ku fikrên wî ji gelên herêmê dûr bixe. Her wiha şêniyan paşguhkirina rêxistinên mafên mirovan a berpirsyariyên xwe li hember Ocalan şermezar kir.

Şêniyên Girkê Legê: Tirkiye hewl dide fikrên Ocalan bi tecrîdê binixumîne
23 mijdar, 2018   08:52

QAMIŞLO

Dozgeriya Bilind a Bursayê ya dewleta Tirk di meha borî de biryara qedexekirina mafê hevdîtinê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li girava Îmraliyê heta 6 mehên din da. Ev gav bi armanca girankirina tecrîdê li Ocalan di girtîgeha Imraliyê de hat.

Têkildarî mijarê şêniyên navçeya Girkê Legê nêrînên xwe bi rêya ajansa me Hawarê parve kirin.

Welatiyê bi navê Yûsif Remadan girankirina hikumeta AKP'ê tecrîdê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û wiha got: "Em tecrîda giran a li ser rêberê felsefeya neteweya demokratîk ê ku banga azadî û aştiyê li Rojhilata Navîn kiriye, şermezar dikin. Ev tecrîd li ser civaka navdewletî şermek e."

Her wiha Remadan bal kişand ser qanûnên navdewletî yên têkildarî parastina mafên girtiyan û tunebûna rola rêxistinên mafên mirovan li hember vê dozê kir. Di berdewama axaftina xwe de Remadan hikumeta AKP'ê muxatab girt û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Divê Tirkiye bizane, hemû pêkhateyên herêmê fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hembêz kirine û ew fikr di mêjiyê me de hatiye çandin û em ê jê gav paşde neavêjin."

Ji aliyê xwe ve Mihemed Cemîl destnîşan kir ku dijminên gelê Kurd bi rêya girankirina tecrîdê armanc dikin projeya neteweya demokratîk têk bibin û wiha domand: "Tirkiye bi rêya girankirina tecrîdê hewl dide têkiliyên Ocalan ji cîhanê qut bike. Da ku fikr û perspektîfên Ocalan negihîjin gelên herêmê."

Cemîl di berdewamê de behsa rêxistinên mirovî kir û wiha got: "Bi nêrîna me tu rêxistineke mafên mirovan tune ye. Ew tenê lîstok û plan in. Eger ev rêxistin hebûna, wê demê kesayetek mîna Ocalan di girtîgehê de nedima û dê serbest bihata berdan."

Têkildarî heman mijarê jina bi navê Xaliya Selmo got ji destpêka kapîtalîzmê ve, jin di encama zîhniyeta mêrdestiyê de hatibûn tepeserkirin û wiha domand: "Felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mohra xwe li şoreşa Bakurê Sûriyeyê da. Jinan roleke aktîf di hemû astên leşkerî, siyasî, civakî û rêveberî de lîst."

Di dirêjahiya axaftina xwe de Xaliya destnîşan kir ku her çend destkeftiyên projeya neteweya demokratîk zêde bibin, tecrîd girantir dibe û wiha pê de çû: "Tirkiye hewl dide fikrên Ocalan li ser gelê herêmê binixumîne."

Di dawiyê de Xaliya bang li rêxistinên têkildarî parastina mafên mirovan kir ku bi erkên xwe li hember Ocalan rabin.

(şx)

ANHA