'Bersiva Dadgeha Ewropayê biryarekî siyasî û ne qanûnî ye'

Hiqûqnasên Efrînê Ibrahîm Mistefa û Evîn Hec Hemo gotin bersiva Dadgeha Ewropayê ya ji gilînameya şêniyên Efrînê biryarek siyasî ye û gotin: "Em ê çawa li dadgehên dewleta Tirk gilî bikin, mane dewleta Tirk der heqê me de binpêkirinan dikin!".

'Bersiva Dadgeha Ewropayê biryarekî siyasî û ne qanûnî ye'
23 mijdar, 2018   08:26

ARIF SILÊMAN-CAFER CAFO / ŞEHBA

Li ser binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wî yên li dijî gelê Efrînê, şêniyên Efrînê gilînameyek pêşkêşî Dadgeha Ewropayê kiribûn. Dadgeha Ewropayê berisv dabû ku divê gilîname di serî de radestî dadgehên dewleta Tirk bê kirin.

Têkildarî mijarê hiqûqnasên ji Efrînê Ibrahîm Mistefa û Evîn Hec Hemo gotin li şûna ku Dadgeha Ewropayê li rex şêniyên Efrînê bisekine û mafên wan biparêze, li kêleka berjewendiyên Tirkiyê û dewletên mezin disekine.

Ibrahîm Mistefa destnîşan kir ku gilînameya şêniyên Efrînê ji aliyê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ve hatin redkirin û got, biryara dadgehê biryarekî siyasî ye ne hiqûqî ye.

Ibrahîm diyar kir ku li dadgehê bi dehan dadwer hene û wiha domand: "Her dadwerek nûnertiya dewletekî dike û van dewletan biryar mohr kiriye. Ev jî isbat dike ku ew di komploya li dijî Efrînê û şêniyên wê de şirîk in."

Di dirêjahiya gotinên xwe de Ibrahîm Mistefa anî ziman ku divê dadwer ne girêdayî dewletên xwe bin û ev tişt rave kir:"Divê dadgeh serbixwe be û ne girêdayî tu biryarên siyasî be. Dadgehê ji ber tirsa eşkerabûna dewletên ku alîkariya Tirkiyê di dagikirin Efrînê de kirine, bi awayekî pêwîst bersiva gilînameya şêniyên Efrînê neda. Dadgeh dibêje ku divê şêniyên Efrînê destpêkê gilînameyê pêşkêşî dadgehên Tirkiyê bikin. Gelo çawa wê şêniyên Efrînê gilî li gel dadgehên dewleta Tirk ku binpêkirinan der heqê wan de dike bikin?! Gelo ew ê xwe bi xwe darizînin?! Erka Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, mafên mirovan biparêze."

Di dawiyê de Ibrahîm Mistefa tekez kir  ku ew weke hiqûqnas dosyayên ku ji dadgehê re hatine şandin bişopînin û ew ê hemû hewldanên xwe bikin da ku mafên şêniyên Efrînê biparêzin.

Ji aliyê xwe ve hiqûqnas Evîn Hec Hemo diyar kir ku biryara dadgehê ne hiqûqî û qanûnî ye û ev tişt anî ziman: "Dadgehê li şûna ku mafê sivîlên Efrînê yên ku ji aliyê dagirkeriya Tirkiyê ve rasatî her cure binpêkirin tên li gorî parastina berjewendiyên dewletên mezin dixeibite."

Evîn destnîşan kir ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê nikare biryar bigire, ev tişt di bersiva gilînameyên şêniyên Efrînê de xuya bû.

Di dawiyê de Evîn tekez kir ku ew ê li rex şêniyên Efrînê bisekinin da ku dengên wan bighînin hemû rêxistinên hiqûqî.

(şx)

ANHA