Li herêmê dagirkirî şideta li dijî jinan di asta jor de ye

Li herêmên dagirkirî yên ser bi Şehbayê ve diyardeya şideta li dijî jinan di asta jorîn de ye. Di bin navê ol an jî bi bihaniyên cuda jin têne kuştin, êşkencekirin, revandin û tecawizkirin.

Li herêmê dagirkirî şideta li dijî jinan di asta jor de ye
23 mijdar, 2018   08:13

TOLÎN HESEN / ŞEHBA

Dewleta Tirk a dagirker li herêmên Şehbayê yên dagirkirî (Cerablus, Ezaz û Babê) sûcên wekî kuştin û tundiyê der heqê jinan de pêk tînin.

Binpêkirinên li herêmên dagirkirî

Ji destpêka aloziya Sûriyê ve, gelek kom û rêxistinên terorîst di nav de Artêşa Azad, Cebhet El-Nusra û DAIŞ'ê herêmên Şehbayê dagir kirin. Wan koman qanûn li ser jinan ferz dikirin û hemû cureyên tundiyê ji kuştin, lêdan û destavêtin li dijî jinan pêk dianîn.

Mînakê wê ya ber bi çav, kuştina jina bi navê Firyal Hecî û du  keçên wê yên biçûk ji hêla DAIŞ'ê ve.  Firyal ji ber binpêkirinên çeteyên DAIŞ'ê li herêma Babê hewl dida tevî her du keçên xwe ji Babê bireve, lê ji aliyê çeteyan hatin kuştin.

24'ê Tebaxa 2016'an artêşa Tirk a dagirker herêma Cerablusê dagir kir û heta dawiya sala 2017‘an gund û bajarokên Ezaz û Babê dagir kirin. Li herêmên dagirkirî binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî jinan roj bi roj zêde dibin. Li gorî daneyan di encamên şer, teqîn û topbaranê de 116 jin hatin qetilkirin.

Tevî bûyerên ku li jor hatine rêzkirin, revandina jinan li wan herêman domdar in. Ji wan revandina jineke ciwan a 20 salî ku nexwest navê xwe eşkere bike li herêma Sureya Barşiya li bakurê Qebasînê. Ji bo serbestberdana wê 3 mîlyon lereyên Sûrî ji malbata wê hate xwestin, her wiha şopên êşkencekirin li bedena wê xuya kirin.

Li gorî gotinên malbata Îman Muslim a 24 salî ya ji gundê Qibet El-Şîh ê girêdayî herêma Babê, leşkerên artêşa Tirk a dagirker jinên ciwan direvînin, dest davên ser wan, piştre dikujin û davêjin cihên ne diyar.

Li aliyekî din jî, komên çete piştî teqez dikin ku jinên tenê di mal de ne, digirin li ser malan û talankirinê dikin. Li gundê Betal Şerqî yê herêma Ezazê, çeteyan mala dayik û keça wê talan kirin.

Girêdayî mijarê jinek ji bajarokê Xenasir ê girêdayî herêma El-Sifîrê ya Şehbayê ku nexwest navê xwe eşkere bike got: "Çeteyan hewl dan derbasî çadirên me bibin, gule avêtin û hevjîn û kurê min revandin û bi awayekî hovane ew êşkence kirin."

Jina ku nexwest navê xwe eşkere bike diyar kir ku ji ber wê bûyerê ew neçar mane biçin gundê Meskenê yê rojhilatê gundewarê Helebê. Lê li wir jî bûn şahidê gelek binpêkirinan û wiha domand: "Em li sûkê bûn, pîrejineke 60 salî bi hinceta ku rûyê wê vekiriye ji aliyê çeteyan ve bi rengekî hovane ew lêdan kirin. Carekê jî girtin li ser malan da ku zanibin jinên ciwan cilên reş lixwe dikin an na û ew dibirin dewreyên xwe yên olî."

(şx)

ANHA