Piştî 11 salan Keleha Sikera jinûve hate sererastkirin

Desteya Şûnwar û Tûrîzmê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê piştî 11 salan ji paşguhkirinê, xebatên sererastkirina Keleha Sikera ya li Çiyayê Kizwan (Ebdulezîz) a kantona Hesekê bidawî kir.

Piştî 11 salan Keleha Sikera jinûve hate sererastkirin
Piştî 11 salan Keleha Sikera jinûve hate sererastkirin
Piştî 11 salan Keleha Sikera jinûve hate sererastkirin
Piştî 11 salan Keleha Sikera jinûve hate sererastkirin
Piştî 11 salan Keleha Sikera jinûve hate sererastkirin
Piştî 11 salan Keleha Sikera jinûve hate sererastkirin
23 mijdar, 2018   08:01

HESEKÊ

Keleha Sikera yek ji deverên dîrokî li bajarê Hesekê ye. Keleh bi 35 km dikeve başûrê rojavayê bajarê Hesekê yê Herêma Cizîrê ye. Keleh li ser çiyayekî bilind ji nav rêzeçiyayê Kizwan ji bo armancên leşkerî hatiye avakirin. Keleh bi xwe parêzgehek biçûk e û dîroka wê vedigere her du serdemêm Eyobî û Memlûkî.

Şêniyên herêmê di dirêjahiya salên borî de keleh weke cihê bihn vedanê kiribûn meqsed. Lê di 10 salên dawî de hatibû paşguhkirin. Ji ber wê û di encama rewşên hawayê û bicihbûn çeteyan li kelehê, her çar bircên wê, sûr û bîrên kelehê gelek zirar dîtine.

Ji aliyê xwe ve û bi armanca parastina ev devera dîrokî, Desteya Şûnwar û Turîzmê ya girêdayî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê beriya 10 rojan dest bi sererastkirina kelehê kiribû.

Têkildarî mijarê endamê rêveber ê Desteya Şûnwar û Turîzmê Ziyad Toşo diyar kir ku wan piştî lêkolînkirina devera dîrokî dest bi xebatên sererastkirinê kirine. Her wiha destnîşan kir ku keleh cara dawî di 2007'an de hatibû sererstkirin.

Toşo wiha domand: "Di xebatên sererastkirinê de me cebsîn û kevir bi kar anî."

Her wiha bi dawîkirina Desteya Şûnwar û Turîzmê xebatên sererastkirinê. Êdî dever amade ye ku deriyê xwe ji nû ve li hember şêniyan vebike.

(şx)

ANHA