Hêzên Ewlehiya Hundirîn hin bikarhênerên pereyên sexte girtin

Hêzên Ewlehiyê Hundirîn li gundewarên Dêrazorê hijmarek bikarhênerên pereyên sexte yên biyanî girtin.

Hêzên Ewlehiya Hundirîn hin bikarhênerên pereyên sexte girtin
22 mijdar, 2018   17:28

NAVENDA NÛÇEYAN

Buroya Ragihandinê ya Hêzên Ewlehiya Hundirîn a Dêrazorê ragihand ku hêzên wan li ser gahiyên welatiyan ku hin kes hene li bajarokên Kesrat û Cezra yên gundewarê Dêrazorê pereyên biyanî yên sextet bi kar tînin lêgerîn dest pê kirin.

Di encama lêgerînê de ew yek ji wan kesan hatin girtin. Piştî lêpisrînê kesên din hatin girtin û li gel wan 60 hezar dolarên sext hatin dîtin.

Hêzên Ewlekariya ew sewqî dadgehê kirin da ku li gorî qanûnê werin darizandin.

(şx)

ANHA