Meclisa Rêveber bi komîte û desteyên karûbarên civakî re civiya

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi komîte û desteyên karûbarên civakî re civiya. Di civînê de mijarên alîkariya bi koçber re û peydakirin derfetên kar hate nîqaşkirin.

Meclisa Rêveber bi komîte û desteyên karûbarên civakî re civiya
22 mijdar, 2018   17:10

GIRÊ SPÎ

Civîn li avahiya Desteyên Rêveberiya Xweser a li navçeya Eyn Îsayî hate lidarxistin. Hevserokên Desteyên Rêveber Bêrîvan Xalid û Ebdhamid El-Mihbaş, hevserokên Desteya Karûbarên Civakî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û komîte û desteyên her heft rêveberiyên xweser û sivîl ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di civînê de beşdar bûn.

Beşdaran mekanîzeya xebatên komîte û desteyan tek tek nirxandin. Desteya Rêveber xwest ku derfetên ji welatiyan re were peydakirin, bi taybet ji bo astengdaran, bi rêya vekirina projeyên dayîm wekî (kargeh).

Her wiha rewşa koçberên li kampan hate nirxandin û girîngiya alîkardayînê bi koçberan re û peydakirina pêwîtiyên wan hate destnîşankirin.

Komîteya Malbatên Şehîdan astengiyên ku li pêşberî xebata wan derdikevin vegotin, têkildarî çareserkirina pirsgirêkan nêrîn û pêşniyar hebûn. Hate gotin ku pêwîste alîkariyek hî baştir bi malbatên şehîdan re werin pêşkêşkirin.

Di dawiya civînê de ji bo amadekirina rêziknameyek hevpar ji hemû komîte û desteyan re komîteyek ji 7 kesan hate avakirin.

ANHA