Li bakurê Hecîn: Bi kêmanî 17 çeteyên DAIŞ‘ê hatin kuştin

Şervanên QSD‘ê êrîşeke çeteyên DAIŞ‘ê li ser navendên şervanan ên li bakurê bajarokê Hecîn vala derxist. Li gorî agahiyan bi kêmanî 17 çete hatin kuştin.

Li bakurê Hecîn: Bi kêmanî 17 çeteyên DAIŞ‘ê hatin kuştin
22 mijdar, 2018   16:39

NAVNEDA NÛÇEYAN

Çavkaniyekî QSD‘ê diyar kir ku çeteyên DAIŞ‘ê îro sibehê êrîşî navendên şervanan ên li bakurê bajarokê Hecînê yê gundewarê rojhilatê Dêrazorê kirin.

Çavkaniyî destnîşan kir ku di navbera şervan û çeteyan de bi saetan şerên giran rû da, di encamê de êrîş hate şikandin û bi kêmanî 17 çete hatin kuştin û yên din neçar man birevin.

Her wiha miqdarek çek û cebilxane ku çeteyan li pey xwe hiştin ji aliyê şervanan ve hatin destkirin.

ANHA