Li gundewarên Dêrezorê xebatên rêxistinî

Bi merasîmekê navenda meclisa gundên Sifêra Jorîn û Hîsan ên dikevin gundewarên rojavayê Dêrazorê hate vekirin.

Li gundewarên Dêrezorê xebatên rêxistinî
Li gundewarên Dêrezorê xebatên rêxistinî
Li gundewarên Dêrezorê xebatên rêxistinî
Li gundewarên Dêrezorê xebatên rêxistinî
Li gundewarên Dêrezorê xebatên rêxistinî
22 mijdar, 2018   15:07

DÊREZOR

Meclisa Sivîl a Dêraozêr navendeke hevbeş a meclisa gundên Sifêra Jorîn û Hîsan bi navê Meclisa Şehîd Emar Casim El-Xelîl vekir.

Di merasîma vekirina navenda meclîsê de şêniyên herdû gundan û gundên derdorê, rêveberiyên Meclîsa Jin, rêveberiyên herêmî, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û şervanên Hêzên Sûryeya Demokratîk(QSD) beşdar bûn.

Axaftina destpêkê ya merasîmê vekirina navenda meclisê ji aliyê hevserokên meclisa gundê Sifêra Jorîn û Hîsan Sûzan Nûr El-Elî û Ehmed Hesûn El-Ehmed ve hate kirin. Di axaftinan de vekirina navenda meclisê li şêniyên herdu gundan hate pîrozkirin û hate gotin avkirin û vekirin navenda meclisê gaveke pir girîng e ber avakirina civakeke exlaq û polîtîk û azadiya jinê ve, deweltên mêtînger û desthilatdar ji her gavên ber bi demokrasiyê ditirsin.

Rêveberiya Meclîsa Jin a gundewarên Dêrezorê Betûl Yûsiv axivî û wiha got:" Em vekirina navenda Meclîsê li tevahî gelê herêmê pîroz dikin. Jin kaniya dayîn û azadiyê ye heger jin tune hate hesibandin wê demê civak hildiweşe. Bi beşdarbûna jinê di jiyanê de şaristanî gucaw e."

Meclîsên herêmî yên gundewarên rojava û rojhilatê Dêrezorê vekirina navenda meclisê li şêniyan pîroz kir û kerda şehîdan a di aramî û ewlehiya herêmê de vegotin. Piştî axaftinan deriyê navendê ji aliyê malbata şehîd Emar El-Xelîl ve hate vekirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Emar 29‘ê Hizêrana 2018’an dema erka xwe pêk di anî li gundê Mihêmîdiyê yêrojavayê Dêrezorê şehîd bûbû.

ANHA