'Aliyên derve hewl didin fitneyê li herêmê belav bikin‘

Endamê Desteya Siyasî ya Meclisa Sûriye Demokratîk Hesen Mihemed Elî anî ziman ku di demên dawî de hewldanên derxistina fitneyê li herêmê zêde bûne û diyar kir ku divê gelê herêmê ji van hewldanan hişyar bin û ji îdîayên derew nayên xapandin.

'Aliyên derve hewl didin fitneyê li herêmê belav bikin‘
'Aliyên derve hewl didin fitneyê li herêmê belav bikin‘
'Aliyên derve hewl didin fitneyê li herêmê belav bikin‘
'Aliyên derve hewl didin fitneyê li herêmê belav bikin‘
22 mijdar, 2018   15:56

REQA

Buroya Têkiliyên Leşkerî ya Giştî ya Reqayê bi armanca nirxandina rewşa ewlehiyê û xizmeteguzarî li herêmê bi şêx û rûspiyên êlên Reqayê re civiya.

Civîn li hola civînan a Meclisa Sivîl a Reqayê li dark et. Di civînê de hejmarek mezin ji êl û rûspiyên Reqa û gundewarê wê, hevserokê Meclisa Sûriye Demokratîk Riyad Dirar, hevserokatiya Meclisa Reqa ya Sivîl, serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Ibrahîn El-Qeftan û endamê Desteya Siyasî yê Meclisa Sûriye Demokratîk Hesen Mihemed Elî amade bûn.

Civîn bi bîranîna cangoriyên azadiyê dest pê kir. Piştre endamê Desteya Siyasî yê Meclisa Sûriye Demokratîk Hesen Mihemed Elî axivî û behsa rewşa dawî li herêmê, hewldanên derxistina fitin û tevliheviyê di navbera gelên herêmê de kir.

Hesen wiha domand: "Em di wê baweriyê de ne ku aliyên derve bi belavkirina gotina herêm ne ewle ye, armanc dikin ku tevliheviyê li herêmê belav bikin û ewlehî û aramiya herêmê têk bibin."

Di berdewama axaftina xwe de Hesen ev tişt anî ziman: "Bi rêya bûyerê kuştinê gefan li gelên herêmê dixwin û hewl didin ji cîhanê re isbat bikin ku herêm ne ewle ye. Lê bûyerên kuştinê yên dawîn rû dane weke kuştina Umer Elûş û endamên Meclisa Reqa ya Sivîl Şêx Feysel El-Hiwêdî, vîna me naşkîne lê me israra me zêde dike."

Her wiha endamê Desteya Siyasî yê MSD'ê Hesen Mihemed Elî destnîşan kir ku ruxmî wêranbûnê lê ew dest ji xaka xwe bernadin. Ji ber wê divê hemû gel bi yek rêzî li hember astengî û komployên derve bisekinin.

Ji aliyê xwe ve serokê Meclisa Sûriye Demokratîk Riyad Dirar bixêrhatina hemû rûspiyên Reqayê kir û destnîşan kir ku dewêletên herêmî û derve dixwazin aramî û ewlehiya herêmê bihejînin. Ji ber wê divê hemû pêkhateyên Reqayê bi hevre li hember van komployan bisekinin.

Her wiha serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Ibrahîm El-Qeftan got: "Em dizanin ku hemû dewletên cîhanê li pey berjewendiyên xwe ne. Divê em jî bizanbin berjewendiya me û gelê me li ku derê ye. Divê em bi îdiayan neyen xapandin.  Berovajî wê li hember bisekinin û ji cîhanê re xuya bikin ku em xwediyê biryar in. Em bang li ewledên xwe li derve dikin ku ji bo avakirina Sûriyeyek pêşerojê ya pirengî û ne navendî vegerin."

Piştî bi dawîbûna axaftinan deriyê nîqaş û pirsan ji beşdaran re hate vekirin. Navaroka pirsên beşdaran têkildarî rewşa ewlehî û xizmetguzarî li herêmê di aliyê çandiniyê û karûbarên xizmetguzarî bûn.

(şx)

ANHA