‘Şideta li dijî jinan, şideta li dijî mirovahiyê ye’

Yeketiya Rewşenbîrên Minbicê bi hevkariya Meclisa Jin û Navenda Lêkolînên Jineolojî têkildarî 25‘ê Mijdarê semînerek li dar xist.

‘Şideta li dijî jinan, şideta li dijî mirovahiyê ye’
‘Şideta li dijî jinan, şideta li dijî mirovahiyê ye’
‘Şideta li dijî jinan, şideta li dijî mirovahiyê ye’
‘Şideta li dijî jinan, şideta li dijî mirovahiyê ye’
‘Şideta li dijî jinan, şideta li dijî mirovahiyê ye’
‘Şideta li dijî jinan, şideta li dijî mirovahiyê ye’
22 mijdar, 2018   14:34

MINBIC

Di çarçoveya rêzeçalakiyên Roja Cîhanî ya Tekoşîna li dijî Şideta li ser jinan Yeketiya Rewşenbîrên Minbicê bi hevkariya Meclisa Jin û Navenda Lêkolînên Jineolojî bi dirûşmeya "Ji kolekirina jinan re, azadiya me rûmeta me ye" semînerek li dar xist.

Berdevka Têkiliyên Giştî ya Meclisa Jin a Minbic û gundên wê Hena Şerîf di destpêka semînerê li ser sedemên şideta li dijî jinan di civakê de, axivî û bûyera kuştina jina ciwan a bi navê Reşa Besîs ji aliyê birayê xwe yê çete ve li Cerablusê şermezar kir.

Hena li ser sedema derketina 25`ê Mijdarê roja cîhanî ya Tekoşîna li dijî şideta li ser jinan û çîroka xuşkên Mirabel ku li pêşiya dîktetor Truxillo derketin vegot.

Li aliyekî din jî endama Rêveber a Navenda Lêkolînên Jinoelojî Rengîn Minbic axivî û sedemên  şideta li dijî jinan spart zihniyeta baviksalarî ku rola jinê de civakê de çewisandiye û got: "Şideta li dijî jinan, şideta li dijî mirovahiyê ye, ji bo azadkirina civakê û mirovahiyê di serî de divê jin were rizgarkirin, ji ber ku jin bingeha avakirina civakê ye."
Rengîn tekez kir ku divê dewreyên perwerdê û danasîna jinan bi mafên wan, bêne zêde kirin.

Endama Navenda Lêkolînên Jineolojî Sedîqa Xelo jî di formê de axivî û encam û bandora şideta li djiî jinan destnîşan kir û got:"Şideta ku di civakê tê kirin, bêhtirî wê li dijî jinan e, gelek caran rewşên bi vî awayî nayên îlac kirin derdikeve, çi di aliyê fîzîkî be û çi jî pîsîkolojîk be."

Sedîqa destnîşan kir ku divê jin xwe birêxistin bike û şideta li ser wê tê meşandin, rawestîne.

(jo)

ANHA