‘Bi rêya rêgeza Netewa Demokratîk wê dawî li şidetê were’

Rêveberiya Jin a Dêrazorê rêzeçalakiyên xwe yên ji bo 25`ê Mijdarê bi rêya lidarxistina civîn û semîneran dewam dike.

‘Bi rêya rêgeza Netewa Demokratîk wê dawî li şidetê were’
‘Bi rêya rêgeza Netewa Demokratîk wê dawî li şidetê were’
‘Bi rêya rêgeza Netewa Demokratîk wê dawî li şidetê were’
‘Bi rêya rêgeza Netewa Demokratîk wê dawî li şidetê were’
22 mijdar, 2018   12:00

DÊRAZOR

Rêveberiya Jin a Dêrazorê bi rêzikbûna roja cîhanî ya Tekoşîna Şideta Li Dijî Jinê gelek civînên cuda li herêmên El-Cezrat û El-Hiwêc li dar xistin, li cihên civînan pankartên li ser nivîsa "Jinan dikaribû dêwên tarîtiyê tune bike" dalqandibûn.

Di civînan de bi dehan jinên herêmê amade bûn. Her wiha Endama Meclisa Jin a herêma El-Cezrat Zehra El-Tiyê axivî û da zanîn ku jinan hertim di nava tekoşînê de bûn da ku vê şideta li ser wan rabikin.

Li aliyekî din jî endama Meclisa Jin a herêma El-Kesra Leyla Abdullah destnîşan kir ku çeteyên DAIŞ`ê çend salan herêm dagirkirbû, jin ji rola wê mehrûm kirbû û wiha got:"Piştî rizgarkirina herêmê ji çeteyan, bi rêya rêgeza Netewa Demokaratîk wê jin dikaribin şidetê ji holê rabikin.”

Di dawiya civînan de, deriyê nîqaşê li pêşiya beşdaran hate vekirin, pirsên beşdaran li ser çawaniya tunekirina şideta li ser jinan û sedema ragihandina 25`ê Mijdarê, hate bersivandin.

(jo)

ANHA