‘Polîsên Misrê li Sîna 12 terorîst kuştin’

Wezareta Karê Hundirîn a Misrê got polîsan komeke terorîst li Bakurê Sîna armanc girt û di encamê de 12 ji koma terorîst hatin kuştin.

‘Polîsên Misrê li Sîna 12 terorîst kuştin’
22 mijdar, 2018   11:46

NAVENDA NÛÇEYAN

Wezaretê di daxuyaniya xwe de got:" Beşa Ewlehiya Niştîmanî cihê komeke terorîst di maleke hilweşiyayî de ya li El-Erîşe ku xwe lê bi cih kiribûn, isbat kir."

Di daxuyaniyê de wiha hatiye:"Hêzên ewlekariyê terorîst kirin hedefa xwe û encamê de şer rû da. Di şer de 7 terorîst hatin kuştin.”

Berdewamiya daxuyaniyê wiha ye:" Hêzên ewlekariyê 5 kesên ku ji koma terorîst mane şopandin û di encama şerê bi wan re, her 5 terorîst hatin kuştin.”

Li gorî daxuyaniya Wezareta Hundirîn a Misrê hêzên ewlekariyê gelek çek, cebilxane û bombe bi terorîstan re dîtine.

(ekîb)