YPG: Hêzên me şûnwaran diparêzin, ji ber beşek ji dîroka me ye

YPG`ê berisv da Mudîrê Şûnwaran ê rejîma Sûriyê û got:”Hêzên me şûnwaran diparêzin, ji ber beşek ji dîroka me ye.”

YPG: Hêzên me şûnwaran diparêzin, ji ber beşek ji dîroka me ye
22 mijdar, 2018   12:08

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenad Ragihand û Çapemeniyê ya YPG`ê têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:”Di daxuyaniyekê de Mudirê Şûnwaran ê rêjîma Sûriyê Dr. Mehmûd Hemûd di 17’ê vê mehê de ji ajansa nûçeyan a Elmanî DPA re axivî û gelek rastiyên heyî berovajî kir. Daxuyaniya wî gelek rastî berovajî, sexte kirine û dûrî şîroveya bi pîvan a kesayetek bibe mînak ji gelê Sûriyê re, akademîk û pispor ku erkê parastina şûnwarên dîrokî yên zakireya hemû pêkhateyên Sûriyê diparêze dabe. Diviyabû li gorî erka xwe tevbigeriya.

 Derew û bêbextiyên di daxuyaniya Mudîrê kar û barê Şûnwaran Sûriyê yên li dijî hêzên me hatine kirin dijberiya erk û pîşeya wî dike û dikeve çarçoveya berjewendiya aliyekî siyasî yê diyarde. Dijmin ji beriya dostan şahide li ser berxwedan û têkoşîna hêzên me a ji bo parastina hemû pêkhateyan û herêma Bakurê Suriyê. Di dema ku dewletê dev ji erkê parastina herêmê berda hêzên me modelekî ku enerjiya ciwanên hemû pêkhateyan rêxistin bike pêşxist, şerê hemû rengên komên terorîst kir û parastina gel û hêrêmê kir.

Mudîrê Şûnwaran ê Sûriyê hêzên me jî xist rêza DAIŞ û Cebhet El-Nusra yên terorîst û bi îdayên xwe berpirsyariya dizî û bazirganiya şûnwaran xist sukra hêzên me. Ev bêbextiyek xeter e, bi awayekî siyasî hatiye kirin. Em van îdayan bi hemû awayî red dikin û wekî me salên derbasbûyî de isbat kiriye, niha jî em ji hemû aliyan re tekez dikin, şervan û fermandarên me yên herî hêja di şerê li dijî rêxistinên terorê de xwe feda kirin. Em bêbextiya vî kesê navborî û mudîriyeta wî qebûl nakin.

Dema ku rêjîma Sûriyê dev ji herêma Bakûrê Sûriyê berda û bê parastin hişt, hêzên me ev çend salên derbasbûyî dikaribû tevahî herêmê ji destê çeteyan û terorîstan rizgar bikin û parastina cihên dîrokî wek keleh û  piran bikin. Me yê ku Pira Romanî û cihên şûnwarî li Girê Moza parastin û me Til Berak, Til Helef û Kela Sikeriyê, Kela Necim, Kela Caber û cihên şaristanî li Reqa, Hesekê û Dêrezorê rizgar kir. Ev çend salên derbasbûyî me bi tevahî hêza xwe dîrok û şaristana herêmê parast û li dijî bazirganên şûnwaran û talankeran têkoşîn meşand. 

Di dema hêzên me li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî terorîstan têkoşîn dikin, tiştekî xwezayiye ku YPG û YPJ’ê li cihê ew bibînin guncaw, çeperên parastinê ava bike. Ev di giran, deşt û erda rast de jî dibe pêk were. Rewşa demê û şer heyî, ev bendên parastinê û xalên leşkerî li ser me ferz kirine. Madem welatê me di bin tehdîda terorist û êrîşkaran de ye, em ê karên xwe bidomîn in.

Di hemû şert û mercan de hêzên me ji bo parastina şûnwaran bi baldarî tevdigeriyan. Ji ber baweriya me ew e ku ev şûnwar nasnameya me ye ku em parastina wê dikine ye.

Pêwîst e Mudîrê Şûnwaran ê Sûriyê belgeyên ku gotinên wî isbat dikin, pêşkêş bike, ne bi gotinên dijberiya erk û misyona xwe, axaftinan bike. Di heman demê de diviyabû behsa topbaran û bombebarana artêşa Tirk a li ser şûnwar û cihên dîrokî yên Kantona Efrînê kiriba. Lê ew ji ber berjewendî û helwestên xwe yên taybet çavên xwe jê girtine. Niha jî li vir û wir îda û tewanbariyan li ser hêzên me yên ku  baldarî li hember hemû tiştên girêdayî Sûriyê û pêkhateyên wê tevdigerin.”