Di erebeya xwendekarên Mûsilê de mayînek teqiya

Li gundê Zilhîfe yê navçeya Şûre ya Mûsilê mayînek bi wesayîta xwendekaran ve teqiya. Di teqînê de 3 xwedekaran  jiyana xwe ji dest dan û 4 kes jî birîndar bûn.

Di erebeya xwendekarên Mûsilê de mayînek teqiya
22 mijdar, 2018   10:43

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Ragihandina Ewlehiya Mûsilê, îro li gundê Zilhîfe yê navçeya Şûre ya Mûsilê mayînekî ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatî vedan, bi wesayîta xwendekaran ve teqiya.

Di daxuyaniya Ragihandina Ewlehiya Mûsilê de tê gotin ku di teqînê de 3 xwendekaran jiyana xwe ji dest dane û 4 xwendekar jî birîndar bûne.