Zêdetirî 10 hezar malbat mazot wergirtin

Komîteya Sotemenî ya navçeya Til Hemîsê mazot li 10 hezar û 125 malbat heta niha belav kiriye.

Zêdetirî 10 hezar malbat mazot wergirtin
Zêdetirî 10 hezar malbat mazot wergirtin
Zêdetirî 10 hezar malbat mazot wergirtin
Zêdetirî 10 hezar malbat mazot wergirtin
22 mijdar, 2018   08:46

QAMIŞLO

Komîteya Sotemenî ya navçeya Til Hemîsê ya girêdayî Kantona Qamişlo, meha Îlonê dest bi belavkirina mazotê li şêniyên gund û bajarokên navçeyê kir. Lê ji ber firehiya erdnîgariya navçeyê û hejmara zêde ya gundên girêdayî wê û kêmbûna hejmarên stasyonên sotemenî li herêmê xebatên belavkirinê bi dereng ket.

Di dema niha de mazot li piraniya bajarok, gund û navenda navçeyê bi hevkariya komînan hatiye belavkirin. Stasyonên ku xebatên belavkirinê dimeşînin ev in: El-Endelus, El-Istîqama û Tîbe. Heta niha li gorî belgeyên 350 komînan mazot li 10 hezar û 125 malbat ji bingeha 17 hezar malbat hatiye belavkirin.

Tê payîn ku Komîteya Sotemenî  ya navçeya Til Hemîsê wê xebatên belavkirinê beşa yekem ji mazotê di destpêka meha Kanûnê de bi dawî bike. Piştre komîteyê wê yekser dest bi belavkirina beşa duyem bike.

Têkildarî mijarê endamê komîteyê Ebdulxenî El-Xenam got: "Mazot bi rêya serhrîcan li şêniyan hate belavkirin. Para her malbatekî 200 lître mazot e."

El-Xenam destnîşan kir ku zêdetirî 350 gund girêdayî navçeyê ne û wê mazot li hemû şêniyên wan gundan, navenda navçeyê û her çar bajarokên girêdayî wê were belavkirin.

(şx)

ANHA