Sûkên gelêrî li Dêrazorê bûye meqseda şêniyan

Sûkên gelêrî yên rojavayê gundewarên Dêrazorê cihên ku şênî ji hemû temenan lê li hev kom dibin. Di wan sûkan de cudahî di navbera xizan û dewlemend de radibin.

Sûkên gelêrî li Dêrazorê bûye meqseda şêniyan
Sûkên gelêrî li Dêrazorê bûye meqseda şêniyan
Sûkên gelêrî li Dêrazorê bûye meqseda şêniyan
Sûkên gelêrî li Dêrazorê bûye meqseda şêniyan
Sûkên gelêrî li Dêrazorê bûye meqseda şêniyan
Sûkên gelêrî li Dêrazorê bûye meqseda şêniyan
Sûkên gelêrî li Dêrazorê bûye meqseda şêniyan
Sûkên gelêrî li Dêrazorê bûye meqseda şêniyan
Sûkên gelêrî li Dêrazorê bûye meqseda şêniyan
22 mijdar, 2018   08:06

FADÎ EL-EL-FAÛQ-ABDULLAH EL-MENSÛR / DÊRAZOR

Diyardeya sûkên gelêrî careke din vedigere rojavayê gundewarên Dêrazorê. Li gorî nirxa madeyên li dikanan, buhayê kelûpelên sûkên gelêrî kêmtir in. Ji ber wê bûye meqseda şêniyan.

Di sûkê de beşê amûrên kehrebeyê, parçeyên guhertina erebe û motorsîklêtan û cilên balê (cilên ku hatine bikar anîn), mirîşkan, zebze, fêkî, sewal û hwd hene.

Li van sûkan tevî dikanên sabît, gelek firoşkarên gerok hene. Bi hezaran şêniyên gund û gundên derdorê tên sûkê û pêdiviyên xwe dikirin.

Ev sûkên gelêrî li cuda deverên rojavayê gundewarên  Dêrazorê di dirêjahiya rojên hefteyê de li dar dikevin. Roja Şemî El-Cezra, Yekşem El-Hermûşiye, Duşem El-Kesra, Sêşem Hemmar El-Elî, Çarşem El-Keber, Pêncşem El-Zixîr, Înê El-Saiwa.

Ji ber ku sûk li cihekî diyar nayê vekirin û her carê li derekê ye, ji aliyê xizmetguzariyê ve rastî astengiyan tê.

Têkildarî mijarê firoşkarê gerok bi navê Îd El-Hesen got: "Ji rizgarkirina gundewarên Dêrazorê ve me dest bi firotina cilên balê û yên nû kir. Ji ber guncewabûna nirxa madeyên li gorî sûkên bajêr şênî diherikin sûkên gelêrî û pêdiviyên xwe lê peyda dikin."

Ji aliyê xwe ve firoşkarê bi navê Fewaz El-Elî got: "Sûk vegeriya sûkek bazirganî. Ji saetên sibehê ve bi hezaran şênî berê xwe didin sûkê."

Her wiha El-Elî bang li aliyên têkildar kir ku sûkan birêxistin bikin û ji aliyê xizmetguzariyê ve destekê bidine.

(şx)

ANHA