Ji bo pêşxistina bajarê xwe kargehek vekir

Welatiyê bi nave Rêber Henîfî bi armanca pêşxistina bajarê xwe û bicihanîna meraqa xwe, beriya 16 salan yekemîn firoşgeh û kargeha şîraniyê li Kobanê vekir

Ji bo pêşxistina bajarê xwe kargehek vekir
Ji bo pêşxistina bajarê xwe kargehek vekir
Ji bo pêşxistina bajarê xwe kargehek vekir
Ji bo pêşxistina bajarê xwe kargehek vekir
Ji bo pêşxistina bajarê xwe kargehek vekir
Ji bo pêşxistina bajarê xwe kargehek vekir
Ji bo pêşxistina bajarê xwe kargehek vekir
22 mijdar, 2018   07:55

 STÊRA NEBÎ - ŞÎRÎN MIHÊDÎN / KOBANÊ

Di sala 1996’an de yekemîn kargeha şîraniyî ji aliyê welatiyekî ve Ii bajarê Kobanê tê vekirin, lê di şerê Kobanê de kargeh tê sekinandin.

Piştî ku Kobanê ji aliyê YPG`ê û YPJ`ê ve tê rizgarkirin, welatiyê bi navê Rêber Henîfî û birayê wî Dîndar, ji nû ve kargeha xwe sererast dikin û dest bi xebata xwe dikin. Kargeh di sala 1996’an de ji aliyê Rêber Henîfî ve bi armanca pêşxistin û bicihanîna pêdiviyên wan li Kobanê tê avakirin. Navê kargehê Dîndar e lê piştî demekê kargeh dibe 2 beş; Şîraniya Dîndar û Şîraniyên Xalib.

Li Kobanê ji bilî van, kargehên din jî hene, lê ev kargeh di kobanê de kargehên şîraniyê ne û ji demeke dirêj ve ji bo bicihanîna  pêdiviyên welatiyên Kobanê hatiye avakirin. Piraniya welatiyên Kobanê di şahî û rojbûnan de berê xwe didin şîraniyên Dîndar.

Fêrbûna çêkirina şîraniyê

Rêber Henîfî (30) her tim meraqa xwe hebûye ku kargeheke şîraniyê li bajarê xwe Kobanê ava bike, lê derfet li bajêr kêm bûye. Rêber Henîfî di 10 saliya xwe de diçe Himisê û di kargeheke şîraniyan de kar dike û fêr dibe. Piştî ku mezin dibe di sala di 1996’yan de li Kobanê yekemîn kargeha şîraniyê vedike.

Der barê mijarê de Rêber Henîfî wiha got: "Min her tim dixwest ez kargehekê li bajarê xwe vekim lê derfetên min kêm bûn, ji bo wê min li Himisê kar kir, piştî ez fêr bûm û derfetên min çêbûn, min meraqa xwe pêk anî."

Henîfî da zanîn ku di kargehê de 7 kes kar dikin û hemû xwestekên welatiyan ên kato, hilwiyat û şîraniyên din pêk tînin. Di kargehê de şîranî tê amedekirin û dişînin firoşgehê.

piştî ku Kobanê hate rizgarkirin, pêşketinên mezin çêdibin, bi dehan kesên din ên wekî Rêber Henîfî bi armanca pêşxistina bajêr kar dikin.

ANHA