'Berxwedana têkoşerên jin, rê ji tundiyê re danî’

Şêniyên ji taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê destnîşan kirin ku ji bo rawestandina tundiya li dijî jinan divê destpêkê civak xwe ji zihniyeta mêrdestiyê rizgar bike. Her wiha teqez kirin ku fedekariyên jinên tekoşer û berxwedêr li eniyan rê li pêşiya tundiya li dijî jinan girtin.

'Berxwedana têkoşerên jin, rê ji tundiyê re danî’
22 mijdar, 2018   06:51

ARŞÎN NECAR-HANAN MIHEMED / HELEB

Bi hatina 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Şideta Li Dijî Jinan re welatiyên ji taxa Şêxmeqsûd a Helebê destnîşan kirin ku piştî şoreşa jinê li Bakurê Sûriyê, jinan rê li pêşiya tundiyê girtin.

Welatiyê bi navê Ehmed Abdullah di destpêka gotinên xwe de destnîşan kir ku, tundî di encama zihniyeta mêrdestiyê a ku li ser civakê pêşket derket hole. Piştî wê rola jinê hate paşguhkirin.

Ehmed wiha domand: "Di vê demê de û di encama pêkanîna rêgeza Netewa Demokratîk de zihniyeta tundiyê ya li ser jinê kêmek be jî pêşî lê hat girtin.”

Ji aliyê xwe ve welatiyê bi navê Osman Piling, diyar kir ku, ji dema zayîna mirovahiyê ve tê naskirin ku jin amûrên berdewamkirina jiyanê vedîtine û wiha dewam kir:” Zihniyeta mêrdestiyê ev tişt tehemûl nekir, mafên jinê desteser kir û kire para xwe. Lê piştî Şoreşa Rojava jinan dîsa rola xwe ya pêşeng di hemû waran de ji nû ve vegerand.”

Her wiha Osman di gotinên xwe de bi bîr xist ku têkoşerên mîna Arîn Mîrkan, Barîn Kobanê, Avesta Xabûr û Amara yên ku bi çekên xwe li hember dijmin sekinîn û li ber xwedan, bi fedekariyên xwe li dijî zihniyeta dijmin li hember jinan têkoşiyane.

Girêdayî heman mijarê Mihemed Hisên got: "Piştî naskirina rol û mafên jinê bi rêya perspektîfên Ocalan, em têgihiştin ku jin nûnertiya hemû civakê dike."

Di dawiyê de Mihemed pêwîstiya bidawîkirina tundiyê û meşandina têkoşînê li dijî hemû cureyên şidetê teqez kir.

(şx)

ANHA