Keleh û şikeftên Minbicê şahîdiya gelek şaristaniyan kiriye

Yekitiya Rewşenbîrên bajarê Minbicê û gundewarê wê bi armanca pênasekirina şûnwarên Minbicê panelek organîze kir.

Keleh û şikeftên Minbicê şahîdiya gelek şaristaniyan kiriye
Keleh û şikeftên Minbicê şahîdiya gelek şaristaniyan kiriye
Keleh û şikeftên Minbicê şahîdiya gelek şaristaniyan kiriye
21 mijdar, 2018   15:27

MINBIC

Di dirêjahiya dîrokê de gelek şarisatnî li ser erdê Minbicê hebûne. Keleh û şikeftên vî bajarî çîrokên van şaristaniyan vedibêjin û diyar dibe ku Minbic gelek mîrat û şaristanî hemêz kiriye. Ev şûnwarên ku mane rêya xwendina dîroka mirovan a berê û berhemên wan yên madî û fikrî ye.

Li ser vî esasî, Yekitiya Rewşenbîrên Minbic û gundewarê wê, bi armanca pênasekirina şûnwarên Minbicê panelek bi navê 'Şûnwarên Minbicê' orgenîze kir. Panel îro li hola ciwanan hate lidarxistin.

Bi dehan şênî, endamên komîte û saziyên girêdayî Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarê wê beşdarî panelê bûn.

Hevserokê Komîteya Çand û Hunerê Ehmed El-Yûsif, endamên Komîteya Çand û Hunerê Xalid El-Muhemed û Cuma El-Heyder û pisporê şûnwaran Ebdulwehab Şêxo panel bi rêve birin.

Di destpêka panelê de pisporê şûnwaran Ebdulwehab Şêxo girêdayî erdnîgariya Minbicê axivî û destnîşan kir ku gelek şaristanî di ser bajêr derbas bûne. Jê Aşûr, Roman, El-Hîsiye, Bîzantî û Islamî.

Piştre beşdaran li ser mijara sûrê bajarê Minbicê, derî û perestgehên wê nîqaş kirin. Di nîqaşan de hate destnîşankirin ku şûnwarên Minbicê isbat dikin ku gelek şaristanî bi avakirina Minbicê re alaqdar bûne û navê wê tê wateya av, kanî û bihuşt.

Da dawiya panelê de beşdaran pêwîstiya sazkirina kontrolan û belavkirina çanda parastina parçeyên dîrokî yên ku di encama şerên ku li herêmê rû dane de rastî talankirin û wêrankirinê hatine nexasim di dema dagirkirina DAIŞ'ê de tekez kirin.

(şx)

ANHA