'Em bi şehadeta Şaban serfiraz in'

Şêniyên bajarê Minbicê cenazeyê endamê Hêzên Ewlehiya Hundirîn şehîd Şaban Yûsif Mihemed li Goristana Şehîdan oxir kirin.

'Em bi şehadeta Şaban serfiraz in'
'Em bi şehadeta Şaban serfiraz in'
'Em bi şehadeta Şaban serfiraz in'
'Em bi şehadeta Şaban serfiraz in'
'Em bi şehadeta Şaban serfiraz in'
'Em bi şehadeta Şaban serfiraz in'
'Em bi şehadeta Şaban serfiraz in'
21 mijdar, 2018   15:42

MINBIC

Şaban di encama teqîna bombeyekê de ku hin kesên ne diyar danîbû rex peyareyekê li kolana 30 ya taxa El-Keçlî ya  bajarê Minbicê şehîd bûbû.

Bi sedan şênî, endamên komîte û saziyên sivîl û leşkerî yên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a bajarê Minbic û gundewarê wê cenazeya şehîd Şaban ji nexweşxaneya Firatê wergirtin û ber bi goristanê ve ketin rê.

Li goristanê merasîm bi toraneke leşkerî ji aliyê endamên Hêzên Ewlehiya Hundirîn destpê kir. Piştre bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Kîfa El-Elî axivî û got: "Îro em bi rêzdarî li hember şehîdên ku bajarê me bi xwîna xwe ya pak rizgarkirine disekinin."

Paşê bi navê Hêzên Ewlehiya Hundirîn hevserokê Komîteya Hundirîn Ebdo Mistefa axivî û sarsaxî ji malbata şehîd re xwest.

Ebdo wiha domand:"Em tên destên dayîk û bavên şehîdan. Şehîd ew kesên ku ji bo rizgariya gel ji terorê canê xwe feda kirine ne. Şehîd Şaban dema li ser erka xwe bû şehîd bû.”

Her wiha bi navê Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Farûq El-Maşî axivî û ev tişt anî ziman: "Şehîdên Hêzên Ewlehiya Hundirîn ên mîna Şaban û hevalên wî, bi saya wan pakrawanan bajarê Minbicê ji tartiya terorê rizgar bû. Ew in kesên ku ewlehî û aramiya vî bajarî diparêzin."

Bi navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarê wê Adil Mihemed axivî û wiha got: "Şehîd, ew kesên ku riya me ronî kirine û di şeva tarîtiyê û zulmê de bûn qendîl."

Di dawiya axaftina xwe de Adil soza şopandina rêya şehîda ta rizgarkirina hemû xakên Sûriyê ji terorê da.

Ji aliyê xwe ve Xalid Cemal bi navê malbata şehîd axivî û destnîşan kir ku ew bi şehadeta Şaban serfiraz in û wiha dewam kir:"Şehîd ji bo jiyana bi rumeta û azad têkoşiyan û ew ji bo xak û şeref û namûsa xwe rizgar bikin xwîna xwe dan.”

Piştî bi dawîbûna axaftinan endama Meclisa Malbatên Şehîdan Semer El-Casim wesîqeta şehadetê xwend û radestî malbata şehîd kir. Piştre girseya gel cenazeya şehîd di nav tililiyên dayîkan û perzkirina dirûşmeyên silavkirina şehîdan de veşartin.

(şx)

ANHA