‘Divê jin asta têkoşîn û berxwedana xwe bilindtir bikin’

Kongra Star li navçeya Tirbespiyê du semînerê cûda li herdu bajarokên Maşûq û Ebû Firih re organîze kirin.

‘Divê jin asta têkoşîn û berxwedana xwe bilindtir bikin’
21 mijdar, 2018   13:12

QAMIŞLO

Di çarçoveya çalakiyên bi boneya hatina Roja Cîhanî ya Têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan Kongra Star li navçeya Tirbespiyê du semînerê cûda li herdu bajarokên Maşûq û Ebû Firih re organîze kirin. di herdu semîneran de bi dehan jinên pêkhateyên herêmê beşdar bûn.

Di semînera ku li gundê Gir Bekêl a girêdayî bajaroka Maşûq hatiye lidarxistin de endama Rêveberiya Kongra Star a Kantona Qamişlo Şaha Xelîl der barê roja cîhanî ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan de axivî û got ku li seranserî cîhanê tundiya li ser jinan hêjî berdewam e, tevî ku gelek dewlet îdîaya demokrasî û azadiya jinan dikin.

Şaha bang li jinan kir ku asta têkoşîna xwe li dijî zihniyeta baviksalariyê bilindtir bikin.

Di semînera ku li bajaroka Ebû Ferih de hatiye lidarxistin de bi dehan jinên pêkhateyên herêmê beşdar bûn. Di vê semînerê de jî Cîgira Hakimiyeta Hevbeş a herêma Cizîrê Nadiye Yûsif behsa rêbaz û komployên dewletên sermiyadar kir û got ku armanca wan lawazkirina rola jinan di civakê de ye.

Nadiye destnîşan kir ku bi saya şoreşa Rojava jinan rastiya xwe nas kirin û bi hêz li hemberî zihniyeta baviksalarî asta têkoşîna xwe bilindtir kiriye û di hemû aliyan de pêşengtiya civaka xwe dike.

ANHA