Pirsgirêka tewleyan li Dêrikê çareser dibe

Şêniyên taxa Cûdî ya bajarê Dêrikê ji ber zêdebûna hejmara tewleyan û zêdebûna bandorên wan ên neyînî, bi gilî û gazinc in. Ji aliyê xwe ve şaredariya bajar soz da ku pirsgirêkê çareser bike.

Pirsgirêka tewleyan li Dêrikê çareser dibe
Pirsgirêka tewleyan li Dêrikê çareser dibe
Pirsgirêka tewleyan li Dêrikê çareser dibe
Pirsgirêka tewleyan li Dêrikê çareser dibe
Pirsgirêka tewleyan li Dêrikê çareser dibe
Pirsgirêka tewleyan li Dêrikê çareser dibe
21 mijdar, 2018   09:32

ÎSAM ABDULLAH / QAMIŞLO

Taxa Cûdî (Xêrka) ya bajarê Dêrikê yê kantona Qamişlo ji gelek salan ve di dema serweriya rêjîma Sûriyeyê de li herêmê ji aliyê xizmetguzariyê ve hatiye paşguhkirin. Ji ber ku li derveyî plansaziya rêxistinî ye ku rêjîma Sûriyeyê ye, avahiyên bê ser û ber û tewleyên (stewa) sewalan li taxê belav bûn.

Li taxê derdora 80 tewle hene. Di nav avahiyên şêniyan de belav bûne û her ku diçe hejmara wan zêde dibe. Bi hatina zivistanê re û belavbûna bêhna nexweş a bermahiyên sewalan, bi xwe re metirsiya belavbûna nexweşiyên alerjî û hwd derdixe holê.

Azarên şêniyan û nebaşiya rewşa xedemî li taxê

Ji ber kêmasiya xebatên xizmetguzariyê li taxê, li gel belavbûna bêhna nexweş a tewleyan, gelek şêniyên taxê malên xwe veguhestin taxên din. Ji ber ku di encama vê rewşê de bi nexweşiyên pergala nefesê ketine û bijîşk şîretan li wan dikin ku heta dema dermankirinê xilas bikin, li derveyî taxê bimînin.

Ji ber nebaşiya toreya rêyan, di zivisatanê de şênî gelek zehmetiyan dikêşin. Bi taybet dema barîna baranê piraniya erebeyan û ambulans nikarin derbasî taxê bibin. Her wiha azarên şêniyan ne tenê di zivistanê de hene, lê belê di havînê de şênî ji ber kêmbûna ava vexwarinê û her wekî din, di gelek aliyan de jî zehmetiyan dikêşin.

Şaredariya Gel piştî bangewaziyên şêniyan, di destpêka meha Îlonê de beşek ji bermahiyên sewalan veguhest derveyî bajêr û xwediyên sewalan lêçûna veguhestinê da.

Hewldanên şaredariyê ji bo çareserkirina pirsgirêkên taxê

Têkildarî mijarê endamê Buroya Fenî ya Şaredariya Gel a bajarê Dêrikê Hesen Mihemed ji ajansa Hawarê re axivî û wiha got: "Tax dabeşî 2 beşan dibe. A yekê di nav plansaziya rêxistinî de ye û ya din li derveyî wê ye. Beşa ku di plansaziya rêxistinî de ye, di dema rêjîma Sûriyeyê de hatibû paşguhkirin. Ji ber wê Komîteya Herêmî ya Desteya Şaredariyan û Rêveberiya Herêmî ya Herêma Cizîrê ew xiste nav plansaziya rêxistinî."

Her wiha Hesen destnîşan kir ku ji bo azarên şêniyan bi dawî bibin, Desteya Şaredariyan û Rêveberiya Herêmî taxa Cûdî xistiye nav plansaziya îsal û wiha domand: "Li gorî plansaziyê, dê 2 proje li taxê bên meşandin. A yekê ya binesaziya toreyên kanalîzasyonê yên şaxî û sereke ye, bi lêçûna 5 milyon lîreyên Sûriyeyê. Ya din jî têkildarî raxistina zemînên rêyan e."

Hesen Mihemed xuya kir ku tax mezin e û ji dema rêjîma Sûriyeyê ve hatiye paşguhkirin, ji ber wê kêmasî di xebatên xizmetguzariyê de li taxê hene û wiha pê de çû: "Ji ber wê Desteya Şaredariyan û Rêveberiya Herêmî ji bo pêkanîna her du projeyan hewcedarî demê ye."

Nirxandina veguhestina tewleyan

Di berdewama axaftina xwe de Hesen Mihemed wiha got: "Komîteya Herêmî ya Desteya Şaredariyan û Rêveberiya Herêmî ya Herêma Cizîrê mijara veguhestina xaneyên sewalan derveyî bajaran, li ser asta herêmê dinirxîne. Lê ev mijar di nîqaşan de ye û civînên têkildarî vê mijarê berdewam in."

Bangewaziyên rêgirtina li ber zêdebûna hejmarên tewleyan

Têkildarî vê mijarê hevserokê Komîna Taxa Cûdî Lezgîn Qasim diyar kir ku xwediyên sewalan pereyên lêçûna veguhestina bermahiyên sewalan dereng xist. Ji ber wê ev karê ku bi çavdêriya Şaredariya Gel dihat meşandin, hate rawestandin.

Her wiha Qasim destnîşan kir ku astengiyeke din bû sedema rawestandina veguhestina bermahiyên sewalan û wiha pê de çû: "Lêçûna veguhestina her erebeyekê gihaşt 7 hezar lîreyên Sûriyeyê. Ev lêçûn li gorî xwediyên sewalan pir e. Ji ber wê me bang li şaredariyê kir ku nîvê lêçûnê bide."

Di dawiyê de Qasim bang li aliyên têkildar kir ku diyardeya zêdebûna hejmarên xaneyan bi dawî bikin.

(şx)

ANHA