Serokê nû yê Înterpolê Kim Jong Yang e

Rêxistina asayîşa navneteweyî Înterpolê li ser rûpela xwe ya Twitterê ragihand ku kesayetê ji Koreya Başûr Kîm Jong Yang wek serokê Înterpolê hate hilbijartin.

Serokê nû yê Înterpolê Kim Jong Yang e
21 mijdar, 2018   09:23

NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeyên ku li Dubey kom bûne namzetê Koreya Başûr ku alîgiriya xwe ji Amerîkayê werdigire, li hemberî namzetê Rûsî Aleksander Prokopçuk hilbijartin. Înterpolê jî li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku Kîm Jong Yang di Çarşema bê de dê dest bi kar bike.

Kîm Jong Yang bi wekalet ji dema îstîfaya ji nişka ve ya serokê berê Mîng Hongoy ku li Çînê bi gendeliyê hatiye tawanbarkirin, serokatiya Înterpolê dikir. Şandeyên Înterpolê jî di civîna xwe ya îsal de li Dubey Kîm Jong Yang wek serok hilbijart.

Rojnameya The Times xwe spart çavkaniyên Brîtanyayê ku ew guman dikin Prokopçuk bi ser bikeve.

Dewletên rojavayî jî di heman demê de tawanbariya Moskovê dikin ku hêzên xwe dişîne Ukranyayê û destwerdana hilbijartinên Amerîkayê dike û sîxurê berê Sergî Skrîpal li Brîtanyayê jehrî kiriye.