Li Şehbayê nexweşiya laşmanya tê dermankirin

Heyva Sor a Kurd li herêmên Şehbayê dest bi hemleya dermankirina nexweşiya laşmanya kir ku di nava şêniyên Efrînê de belav bûye.

Li Şehbayê nexweşiya laşmanya tê dermankirin
Li Şehbayê nexweşiya laşmanya tê dermankirin
Li Şehbayê nexweşiya laşmanya tê dermankirin
Li Şehbayê nexweşiya laşmanya tê dermankirin
Li Şehbayê nexweşiya laşmanya tê dermankirin
Li Şehbayê nexweşiya laşmanya tê dermankirin
Li Şehbayê nexweşiya laşmanya tê dermankirin
21 mijdar, 2018   09:16

CAFER CAFO – ELÎ GEDRO / ŞEHBA

Ji ber şerê çend salan gund û bajarokên herêmên Şehbayê vala bûbûn. Piştî ku şêniyên Efrînê ji ber êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê neçar man ku ji malên xwe derkevin û xwe li Şehbayê bi cih kirin, gelek nexweşî ji ber bermahiyên şer û xirabûna li wê derê di nava wan de derketin. Ji wan nexweşiyan yeke herî berbelav jî laşmanya ye.

Di vê çarçoveyê de Heyva Sor a Kurd dest bi hemleya dermankirina kesên ku bi vê nexweşiyê ketine, kir. Bernameya Heyva Sor a dermankirinê dê hefteyekê li navendên girêdayî Heyva Sor ên li herêmên Şehbayê dewam bike.

Endama Heyva Sor a Kurd Hêvîn Henan ji ajansa me ANHA`yê re got gelek şêniyên Efrînê ji ber bermahiyên şer ên çend salan li herêmê bi nexweşiya laşmanya ketine.

Hêvîn diyar kir ku ew wek Heyva Sor erka wan e ku dermanan ji kesên nexweş re peyda bikin lê ji ber herêm di nava ambargoyê de li pêşiyê bû asteng û derman hinekî dereng ji derveyî herêmê peyda kirin. Hêvîn destnîşan kir ku piştî wan derman peyda kirin û wan dest bi dermankirina kesên nexweş li tevahî herêmên Şehbayê kir. Her wiha Hêvîn diyar kir ku wan 4 nuqteyên tenduristiyê ji bo dermankirina kesên nexweş ji gund û kampên herêmê re diyar kirine.

Nuqteyên dermankirinê li Kampa Berxwedan, Kampa Serdem, navçeya Ehres û navçeya Til Rifet in. Kesên nexweş dikarin di hefteyê de du caran serdana nuqteyên dermankirinê bikin. Nuqteyên dermankirinê ji saet 08:00’an heta 02:00`yan vekirî ne. Di her nuqteyekê de hemşîreyek heye.

(bx)

ANHA