Oldarên Reqayê: Bi saya QSD`ê em rojbûna Hz. Mihemed pîroz dikin

Oldarên li Reqayê kêfxweşiya xwe ji bo rojbûna Hz. Mihemed anîn ziman û destnîşan kirin ku di serdema DAIŞ`ê de ew ji şahiyê mehrûm bûbûn

Oldarên Reqayê: Bi saya QSD`ê em rojbûna Hz. Mihemed pîroz dikin
20 mijdar, 2018   13:07

REQA

Gelê misilman li her dera cîhanê rojbûna Hz. Mihemed pîroz dikin, lê dema ku çeteyên DAIŞ`ê herêma Reqayê dagir kiribû, nedihişt welatiyên Reqayê şahiyê çêkin û piştî rizgarkirina bajêr welatiyên wê bi azadî rêûresmên olî pêk tînin.

Midûrê Navenda Kar û Barên Oldaran li bajarê Reqayê Şêx Elî Şiyêb rojbûna Hz. Mihemed li şêniyên Reqayê û Bakurê Sûriyeyê û hemû kesên misilman pîroz kir û destnîşan kir ku çeteyên DAIŞ`ê nedihişt şêniyên Reqayê rojbûna Hz. Mihemed pîroz bikin. Şiyêb wiha dirêjî da axaftina xwe: "4 sal bûn şêniyên Reqayê nikaribûn rojbûna Hz. Mihemed pîroz bikin."

Şiyêb spasiya QSD`ê kir ku bajarê wan ji tarîtiya çeteyan xilas kir.

Midûrê Şûraya Êlan li Reqayê Mihemed EL-Aronî wiha got: "Em salvegera rojbûna Hz Mihemed ku çeteyan em 4 salan jê mehrûm kirin, pîroz dikin.”

 Di dawiya axaftina xwe de Şêx Mihemed El-Aronî wiha got: "Em ji xwedayê mezin dixwazin ku parastina welatiyên li Sûriyê li dijî hemû kesên ku dixwazin bajaran dagir bikin, em bi hev re jiyaneke hevbeş dijîn û tu cudabûn di navbera me de tune ye."

(jo)

ANHA