Planên Tirkiyeyê yên avakirina şaneyên veşartî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê

Navenda Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyê planên hikumeta Tirkiyeyê ji bo avakirina şaneyên veşartî li herêmên ku QSD parastina wan dike, operasyonên kuştin û pêkanîna teqînan, eşkere kirin.

Planên Tirkiyeyê yên avakirina şaneyên veşartî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê
20 mijdar, 2018   12:53

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyê diyar kir ku hikumeta Tirk bi zanebûn şaneyên veşartî li herêmên rojhilatê Firatê yên ku ji aliyê QSD`ê ve têne parastin, ava dike.

Li gorî navendê ku hikumeta Tirkiyeyê şaneyan bi serkêşiya îstixbaretên xwe ku ji pêkhateyên parêzgeha Reqa û Dêrazorê pêk tên, ava dike. Wan bi awayekî veşartî li herêmên di bin dagirkeriya çeteyên Dirî El-Firat de li herêma Efrîn û gundewarên bakurê Helebê perwerde dike.

Perwerdekirina li ser teqemenî û qetilkirinê bi awayekî lezgîn û baldarî tê kirin. Çavkaniyan tekez kirin ku avakirina şaneyên veşartî û şandina wan ber bi herêmên Rojhilatê Firatê ve ji aliyê îstixbaratên Tirkiyeyê ve tê kirin û endamên şaneyan nasnameyên kesayetên Sûriyeyê ku ji Tirkiyeyê ber bi dewletên derve derdikevin, bikar tînin.  

Şaneyên veşartî bi rêya wan nasnameyan ber bi herêmên rojhilatê Firatê ve têne şandin ku ji aliyê QSD`ê ve têne parastin.

Çavkaniyan ji navenda çavdêriyê re diyar kir ku bi sed hezaran welatiyên Sûriyê ku di nava çend salên dawî de ji Tirkiyeyê derketin, nasnameyên wan ku ji aliyê hikumeta Tirkiyeyê ve hatibûn derxistin, li gel hikumeta Tirkiyeyê mane.

Bi hinceta ku dê şane serdana malbatên xwe li Sûriyeyê bikin, têne bikaranîn. Şaneyên veşartî dema ku derbasî rojhilatê Firatê dibin, siyasetmedar û fermandarên leşkerî dikin hedef û wan qetil dikin û armaca wan ji vê yekê ew e ku tevliheviyê di nava pêkhateyên herêma rojhilatê Firatê de derxin.

Navenda çavdêriyê 30`ê Cotmehê ragihandibû ku dewleta Tirk a dagirker û îstixbaratên wê hewl da tevliheviyê di navbera êlên gundewarên Reqayê de derxe lê hewldanên wan têk çûn. Hewldanên wan ku 8 kes ji êla El-Henadî tevliheviyê bi êla El-Bû Esaf re bi rêya revandina welatiyekî ji êla El-Bû Esaf ên li herêma El-Boz a gundewarên Girê Spî, çêbikin. Hêzên Ewlehiya Hundirîn ew kes girtin û lêkolîn kirin. Di lêkolînê de ew kes li xwe mikur hatin û teqez kirin ku ew ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatine erkdarkirin da ku tevliheviyê di navbera gelên herêmê de çêkin.

(bx)