‘Azadiya me rûmeta me ye, ji kolekirina jinan re na’

Endamên Meclisa Jinan a Dêrazorê destnîşan kir ku şîdeta li ser jinan yek ji dozên girîng di civakê de ye û ji bo bidawîkirina wê di bin dirûşmeya “Azadiya me rûmeta me ye, na ji kolekirina jinan re” dest bi çalakiyan kir.

‘Azadiya me rûmeta me ye, ji kolekirina jinan re na’
‘Azadiya me rûmeta me ye, ji kolekirina jinan re na’
‘Azadiya me rûmeta me ye, ji kolekirina jinan re na’
20 mijdar, 2018   13:16

DÊRAZOR

Di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li ser Jinan, Meclisa Jinan a Dêrazorê pêngavek di bin dirûşmeya “Azadiya me rûmeta me ye, ji kolekirina jinan re na” da destpêkirin.

Di pêngavê de semînerên hişyarkirinê û civînên danasîna roja 25`ê Mijdarê li gelek herêmên Dêrazorê wekî El-Kibir, kampa Ebo Xeşeb, El-Kesra û Hîmar El-Kesra hatin lidarxistin. Di civînan de, şîdeta li ser jinan di aliyên psîkolojîk, laşî û nêzîkatiyên civakî de hate nîqaşkirin.

Der barê mijarê de, endamên rêveberiya Meclisa Jinan li herêmên El-Cezrat Şehrezad El-Casim û herêma El-Kesra Nesrîn El-Elî destnîşan kir ku ji hemû aliyan ve şîdeta li dijî jinan tê kirin, ew jî yek ji dozên girîng e ku hîna di civakê de maye.

Her du rêveberiyan diyar kir ku armanca pêngavên têkoşîna li dijî şîdeta li ser jinan şiyarkirina jinan û danasîna maf û erkên di wekheviyê de ye û bang li hemû jinan kir ku ji bo azadî û rûmeta xwe rabin ser pêyan.

(jo)

ANHA