Bi boneya 25'ê Mijdarê li Serêkaniyê civîn

Bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li ser Jinan Kongreya Star rêzecivîn û semîneran li Serêkaniyê li dar dixe. Di vê çaroveyê de îro jî civînek hate lidarxistin.

Bi boneya 25'ê Mijdarê li Serêkaniyê civîn
Bi boneya 25'ê Mijdarê li Serêkaniyê civîn
Bi boneya 25'ê Mijdarê li Serêkaniyê civîn
Bi boneya 25'ê Mijdarê li Serêkaniyê civîn
20 mijdar, 2018   12:39

HESEKÊ

Kongreya Star civînek li salona şehîdan a bajarê Serêkaniyê li dar xist. Endamên saziyên sivîl û şêniyên Serêkaniyê tev li civînê bûn.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Endama Koordînasona Giştî ya Kongreya Star ya Kanotna Hesekê Zeyneb Şîtka axivî û behsa zilma ku li ser jinan bi rêya kevneşopên civakî û êşîrî tê meşandin, kir û bi taybet di navbera jin û mêran de.

Zeyneb Şîtka wiha got: “Dema em behsa jinan dikin, wê demê em behsa têkoşîn û berxwedana bidawîkirina tundiya li dijî jinan dikin. Tundî ne tenê tundiya bedenî ye, lê belê tundiya aborî, siyasî û civakî ye."

Zeyneb destnîşan kir ku şoreşa Rojava roleke girîng di pêşxistina jinan de, di hemû warên siyasî, leşkerî û rêveberî de lîstiye.

Zeyneb Şêtka di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser hevjiyana azad di navbera her du zayendan de û got hevjiyana azad bi xwe re jiyana civakî ya hevpar û temamkirî ava dike. Zeyneb di dawiyê de rola jinên Ereb, Kurd û Suryan di şoreşa Rojava de tekez kir û diyar kir ku jinan asta berxwedana xwe di hemû waran de bilind kiriye û rola xwe di hemû waran de li Bakurê Sûriyeyê xurt kiriye.

Civîn bi nîqaşên li ser rêbazên rêgirtina li ber tundiya li ser jinan bi dawî bû.

ANHA