Piştî sererastkirina parkan, şadiya zarokên Reqayê vedigere

Piştî 7 salan ji nû ve parkên bajarê Reqayê deriyên xwe li hember zarokan vedikin. Zarok jî bi vê gavê kêfxweş in. Her wiha lîstokên din dixwazin da ku azarên salên derbasbûyî ji bîr bikin.

Piştî sererastkirina parkan, şadiya zarokên Reqayê vedigere
Piştî sererastkirina parkan, şadiya zarokên Reqayê vedigere
Piştî sererastkirina parkan, şadiya zarokên Reqayê vedigere
Piştî sererastkirina parkan, şadiya zarokên Reqayê vedigere
Piştî sererastkirina parkan, şadiya zarokên Reqayê vedigere
Piştî sererastkirina parkan, şadiya zarokên Reqayê vedigere
Piştî sererastkirina parkan, şadiya zarokên Reqayê vedigere
20 mijdar, 2018   09:44

HEMED EL-MISTEFA- EMAR EL-XELEF / REQA

Komîteya Hawîrdor û Parkan xebatên sererastkirin park û lîstokên parkan didomîne. Di encama xebatên komîteyê de û piştî derbasbûna 7 salan, ji nû ve ken û şadî vegerîn ser rûyê şêniyên bajarê Reqayê û bi taybet zarokan.

Her wiha heta niha Komîteya Hawîrdorê û Parkan ya girêdayî Şaredariya Gel a bajêr piraniya parkên giştî sererast kirine.

Kamereya ajansa me di nav parkên bajêr de geriya û tevgera zarokan di nav parkan de şopand. Zarok bi kêfxweşî û dilşadî bi lîstokên besît dilîzin.

Zaroka bi navê Beraa wiha got: "Ji beriya çend salan ve em ji mafê lîstinê bê par man. Niha em lîstokên bêtir dixwazin, da ku em azarên xwe ji bîr bikin."

Zarokê bi navê Hemûdê kêfxweşiya xwe bi lîstokan wiha rave kir: "Lîstok gelek xweş in. Rojane em li parkê bi lîstokan dilîzin. Em dixwazin ji me re lîstokên din bînin. Em bang li hevalên xwe re yên li derve dikin ku vegerin û bi me re bilîzin."

Têkildarî heman mijarê bavê zarokekî bi navê Mehmûd EL-Salih got: "Zarokên me di çend salên derbasbûyî de bûn mînaka parsekiyê, bê xwendin û dibistan. Lê îro bi hebûna van lîstokan û parkan bala me wê rehet bibe."

Her wiha Komîteya Hawîrdor û Parkan ya girêdayî Şaredariya Gel xebatên xwe ji bo ji nû ve restorekirina parkan li bajarê Reqayê didomîne.

(şx)

ANHA