Trenek li Barcelonayê ji rê derket

Li Barcelonayê yek ji trenên banliyoyan ji rê derket. Ji ber qezayê mirî û birîndar hene.

Trenek li Barcelonayê ji rê derket
20 mijdar, 2018   09:33

NAVENDA NÛÇEYAN

Trena ku 131 kes tê de bûn, ji banliyoyan diçû navenda bajêr.

Qeza danê sibehê saet 06.15'an li cihekî nêzî navbera bajarên Manrêse û Terrasa ya herêma Vacarîssesê rû da. Ji ber qezayê kesek mir, 44 kes jî birîndar bûn.

Tê gotin ku ji ber baranê qeza rû daye.

Tîmên alîkariyê ber bi herêmê ve çûn û hewl didin rêwiyên di nava vagonan de asê mane derxînin.