‘Netewên Yekbûyî dê vexwendinan ji bo avakirina komîteya destûrî bişîne’

Şandeyê Navnetewî yê ji bo Sûriyê Stîfan De Mistûra destnîşan kir ku komîteya destûrî ya Sûriyê dibe ku di dawiya 2018’an û destpêka 2019’an de were avakirin û da zanîn ku Netewên Yekbûyî heta nîvê meha kanûnê dê vexwendinan bişîne.

‘Netewên Yekbûyî dê vexwendinan ji bo avakirina komîteya destûrî bişîne’
20 mijdar, 2018   09:49

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî malpera Sputnîk Şandeyê Navnetewî yê ji bo Sûriyê Stîfan De Mistûra di civîneke Konseya Ewlehiyê ya Navnetewî de ragihand ku dibe komîteya destûrî ya Sûriyê ku hêjî nehatiye avakirin, di meha kanûna bê de civîna xwe lidar bixîne.

De Mistûra wiha got: “Armanca me ew e ku Netewên Yekbûyî vexwendinan di demekê de herî zêde nîvê meha kanûna bê de bişîne û komîteya destûrî beriya 31’ê kanûnê civîna xwe ya yekemîn lidar bixîne.”

Şandeyê Sûriyê yê li ba Netewên Yekbûyî Beşdar El-Caferî ji aliyê xwe ve got  Sûriye ji bo avakirina komîteya destûrî bi baldarî tevdigere û beriya hemû aliyan lîsteya endamên ku alîgirtiya dewleta Sûriyê dikin pêşkêş kiriye û wiha anî ziman: “Sûriye baweriyê bi rola Netewên Yekbûyî dike û li hemberî qanûn û pîvanên navnetewî û serweriya dewletan rêzdar e û siyasetên sorkirinê ku hin dewlet didin meşandin qebûl nake.”

Hevserokê Meclîsa Sûriye Demokratîk (MSD) Riyad Dirar di daxuyaniyeke xwe de ji ajansa me ANHA’yê re wiha ragihand: “Dûrxistina pêkhateyên Bakurê Sûriyê ji beşdarbûna komîteya destûrî bê guman armanca wê binkeftin e. weke ku çawa civînên Cinêv û Astana têk çûne”. Dirar diyar kir ku ev gav tenê pêşandaneke siyasî ya ji bo derengxistina biryara dawî ya çareserkirina aloziya Sûriyê ye.

De Mistûra 24’ê Tebaxa borî bang li Îran, Rûsya û Tirkiyê kir ku danûstandinên ji bo avakirina komîteya destûrî dest pê bikin.

Rûsya, Îran û Tirkiye di Sûriyê de hevkariya hevûdu dikin û di navbera van aliyan de li ser hesabê gelê Sûriyê girêdest tên îmzekirin. Rûsya û Îran hewl didin serweriya rêjîma Baasê weke berê vegerînin. Tirkiye jî hewl dide Bakurê Sûriyê dagir bike û dagirkeriya Osmaniyan vejîne û derbeyê li tecrûbeya demokratîk a Bakurê Sûriyê ku bi pêşengtiya gelê Kurd tê meşandin bide.