'Hevgirtina pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê dê armancên Tirkiyeyê têk bibe'

Partiyên siyasî yên Sûriyeyê û Kurd tekez kirin ku Tirkiye nikare vîna gelê azadîxwaz û rûmetdar têk bibe û wê berxwedana wan bi ser bikeve.

'Hevgirtina pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê dê armancên Tirkiyeyê têk bibe'
20 mijdar, 2018   09:19

LÎNA CANGÎR / QAMIŞLO

Tirkiye di radeya yekemîn de tunekirina hebûna Kurd armanc dike, ji bo wê jî êrîşî her dera Kurdistan dike.

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Pêşverû ya Kurd li Sûriyeyê Idrîs Çaçan êrîşên artêşa Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakurê Sûriyeyê şermezar kirin. Çaçan diyar kir ku ev êrîş hebûna Kurd dikin hedef. Çaçan wiha domand: "Em wek Partiya Pêşverû ya Kurd li Sûriyeyê dibînin ku ev binpêkirin der heqê herêmên Bakurê Sûriyeyê de destpêkê gelê Kurd, xaka Kurdan û tunekirina hebûna Kurd armanc dike. Tirkiye bi gelek boneyan itîraf kiriye ku li ku derê kurdek banga mafê xwe bike wê şerî wî bike."

Di berdewama gotinên xwe de Çaçan destnîşan kir ku hin armancên Tirkiyeyê yên din jî hene û wiha dewam kir:“Tirkiye hewl dide çavbirçîbûnên  xwe yên mêtingeriyê pêk bîne. Tirkiye dixwaze Împarataroya Osmanî yên kevn vegerîne û xaka ku dewleta Osmanî dagir kiribû heta Musilê ji nû ve dagir bike.”

Her wiha Çaçan di gotinên xwe de tekez kir ku divê hêz û partiyên siyasî yên Kurd yekitiya xwe ava bikin. Ji bo li hember êrîşên Tirkiyeyê li dijî herêmê lihevkirinek siyasî çêbikin û wiha dewam kir: "Divê hemû partiyên siyasî yên Kurd di nav de partiya me jî bigihîjin lihevkirineke siyasî da ku li hember van êrîşan bisekinin. Ev bi mebesta parastina azadiya gel û xaka me divê bê kirin."

Tirkiye dixwaze projeya Rêveberiya Xweser têk bibe

Girêdayî heman mijarê endama rêveber a Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyeyê Elya Mûsa got Tirkiye ji projeya Rêveberiya Xweser nerazî ye û ev tişt anî ziman: "Projeya Rêveberiya Xweser li dijî armancên dewleta Tirk e. Ji lewre hewl dide vê projeyê têk bibe. Her wiha Tirkiye naxwaze aştî li herêmê pêk were."

Di berdewama gotinên xwe de Elya diyar kir ku Tirkiye hewl dide fîtneyan li herêmê belav bike. Her wiha Elya destnîşan kir ku armanca hewldanên Tirkiyeyê ew e ku, tevliheviyê di navbera şêniyên Reqayê de belav bike û operasyonên kuştinê pêk bîne û got:”Hemû binpêkirinên Tirkiyeyê yên hovane li dijî şêniyên Efrînê û herî dawî jî êrîş û zêdegaviyên Tirkiyeyê li dijî herêmên ser sînor ne mirovane îspatên vê rastiyê ne.”

Di dirêjahiya gotinên xwe de Elya tekez kir ku tevî hewldanên Tirkiyeyê li dijî herêmê, wê nikaribe vîna gel  bişikîne û wiha dewam kir: "Dewleta Tirk nikare bigihîje armancên xwe. Ji ber ku gelên herêmê bi hevre li ser bingeha biratiya gelan dijîn. Hevgirtina pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê wê êrîşan têk bibe."

Dewleta Tirk sivîlan qetil dike

Dewleta Tirk êrîş û zêdegaviyên xwe li dijî herêmên Bakurê Sûriyeyê zêde kirine. Di van demên dawî de, di encama hedefgirtina gundên ser sînor sivîl de zarokek bi navê Sara Mistefa ya 6 salî şehîd bû û 2 nûçegihanên me jî birîndar bûn.

(şx)

ANHA