El-Feysel: Tirkiye hewl dide beşa mayî ji Sûriyeyê hilweşîne

Ebdulsatir El-Feysel destnîşan kir ku dewleta Tirk di mijara Idlibê û têkbirina destkeftiyên gelê Sûriyeyê de veşartî bi gelek dewletan re li hev kir û anî ziman ku komên navê muxalefetê li xwe dikin, ji dagirkirina Tirkiyeyê berpirsyar in.

El-Feysel: Tirkiye hewl dide beşa mayî ji Sûriyeyê hilweşîne
20 mijdar, 2018   09:02

NAVENDA NÛÇEYAN

Der barê geşedanên dawîn li Idlibê û lihevkirinên Rûsya û Tirkiyeyê yên girêdayî herêma bêçek de siyasetmendarê Sûrî yê muxalif Ebdulsatir El-Feysel ji ajansa me re axivî û wiha got: "Lihevkirina Rûsya û Tirkiyeyê pêk nehatiye, ji ber ku dewleta Tirk bi hin dewletên din re danûstandinan dike.  Tirkiye li ser çekdarên di hundirê Sûriyeyê de muzakereyan dike.”

El-Feysel diyar kir ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ji ber hewldanên Tirkiyeyê yên dubare yên keysbaz li dijî DYA`yê û nelihevkirina li ser mijara Idlibê, derfetê nade Tirkiyeyê û ev yek jî têkiliya xwe bi qutbûna têkiliyên Tirkiye û Amerîkayê heye.

El-Feysel bi bîr xist ku mijara Îxwan El-Muslimîn li Sûriyeyê derket û Erebistana Siûdî, Qeter û Tirkiyeyê xwedî lê derketin, yên ku serkêşiya ‘hîlala sunnî’ ango ‘îslama tudraw’ dike.

El-Feysel her wiha got armanca şoreşê pêkanîna edalet, wekhevî û rizgarkirina civakên bindest e, lê şoreşa Sûriyeyê berevajî vê yekê bû. Ebdulsatir wiha domand: "Şoreşa Sûriyeyê ji xeta wê hate derxistin, komên îslamî û hin aliyên siyasî yên opozîsyonê û yên dîtir derketin û bûn sedema wêrankirin û derbasbûna dewleta Tirk ji xaka Sûriyeyê re. Her wiha bûne sedema kuştin û koçberkirina gel. Em dikarin bibêjin ku van koman komplo bi serê gelê Sûriyeyê de anîn."

El-Feysel destnîşan kir ku ne tenê rêjîma Sûriyeyê bû sedema koçberkirina xelkê, di heman demê de komên navê opozîsyona Sûriyeyê li xwe dikin, di wêrankirina Sûriyeyê de cihekî mezin girt û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Van koman rojekê girîngî nedane gelê Sûriyeyê, berevajî vê yekê xelk ji malên wan koçber kirin, ji wan xelkan ez û malbata xwe bi hinceta ku em roja înê nimêj nakin, hatin derxistin. Opozîsyon û rêjîma Sûriyeyê ji hev ne cuda ne, her duyan teror xwedî kirin û binesaziyê Sûriyeyê hilweşandin."

Ebdulsatir di berdewama axaftina xwe de zextên dewleta Tirk ên li ser Bakurê Sûriyeyê û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk nirxandin û ev tişt anî ziman: "Dewleta Tirk ji rewşa li Bakurê Sûriyeyê ditirse, ji ber vê yekê bi rengekî veşartî ji Amerîkayê re muzakereyan dike da ku hêza xwe ji bakur vekişîne û êrîşî xaka Sûriyeyê bike. Li çend herêmên Sûriyeyê wisa kir û komkujî li dijî gelê herêmê pêk anîn, mînaka herî berbiçav a vê yekê Efrîn e."

Siyasetmedarê Sûrî yê muxalîf Ebdulsatir El-Feysel axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Divê em şoreşa rasteqîn a Sûriyeyê ji bîr nekin. Ji berhemên vê şoreşê yek jî avakirina Meclisa Sûriyeya Demokratîk li Bakurê Sûriyeyê ye."

ANHA